HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bo gelê meyê welatparêz û raya demoqratîk!

Di dîroka 3 cotmeha 2012'an de bi encamdayîna êrîşa hewayî ya ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya qada meya Xakurkê pêkaniyînde rêhevalên me yên ku gihayîn mertebeya şehadetê; (Kerim Şirnex- Hemît Akil), ( Heqî Urfa- Heqî Uludağ), ( Rêgeş Yildiz- Îlhan- Yildiz) û ( Şervan Sason- Engîn Argeş) di yekemîn salvegera şahedeta wande bi rêzdarî û minnet bibîrtînîn.

Rêber Apo û tevgera me, li hemberî pêkanînên dervey mirovahiyên yên darbeya 12'ê îlonê ku di zindana Amedê de dibin pêşengiya Rêheval Mazlum, Kemal û Xeyriyan de destana ku hatî pêşxistin bi derketina derveyî welat, herwiha di şert û mercên pir girande amadekariyên ku hatine bicihanîn de pêngava tekoşîna şerê çekdarî yê gerîla hatiye biryargirtin, bi demê re ji pêvajoya ketina pratîkê ji ketiye rojevê. Rêbertiya me li Kurdistanê Botan weke yekem cihê tekoşîna şerê çekdarî yê gerîla û heman demê de weke wargehek ya gerîla diyarkirin ne tesadûfeke. Bi pêngava 15'ê Tebaxê hatiye diyarkirin ku Botan wargehek çend bingihîne. Bi xwedîbuyîna welatparêziyek bingehîn a gelê Botanê û xwedî derketina bi hêz ya pêngava 15'ê Tebaxê bi dehan ciwan dest bi tevlîbuna nava refên gêrîla kirine.

Rêheval Kerîm Şirnex, weke yekek ji wan ciwanan di sala 1985'an de tevlî nava refên gerîla bu, heya sala 2012 bi tevahiya 28 salan buye nimuneyek ya pir kêm hatî dîtina fedekarî û ked û girêdayînê ye. Di 28 salan de li Kurdistanê di bin pêkanîn û şert û mercên pir girande ên pratikê bi serê xwe dîtî, bi sîper dayîna bedena xwe pratîkek nimuneyî ya gerîlatî daye rêvebirin. Bi dehanî caran milîtantiya rojê teng, milîtantiya demên zor û zehmet daye îspat kirin. Li dijî hemu zehmetiyên şer îrade, sebir û kesayet di xwede dayî pêşxistin buye fermandarek nimuneyî yê gêrîla.

Rêheval Kerîm, bi tevlibuna nava refên gerîla di perwerdeyek biçuk re derbaz buyî, paşan ji bi xwedîbuyîna şert û mercên zehmet de di nava yekem guruba gerîla de cih digre, li qada Botanê bi şêweyek aktif tevlî şerê gerîla buye. Bi fedekariya di jiyan û şerê xwede daye diyarkirin, li ser armanca pêşketina û hê bêhtir di gerîllatiyê de kurbunê jiyan bike di dawiya sala 90'î de li gel rêbertî perwerde dîtiye. Li Beka ku sahaya rêbertî lê tê dîtîn rastiya rêbertî, ji nêzve fêrbuyîna jiyan û têgehiştina şerê PKK'ê û fersenda temaşekirinê dîtî rêheval Kerîm, vêya baş nirxandiye, bi tevlîbuna cewherî û xwesteka fêrbunê bi sekna xwe ya nimune pêşketinek mezin daye nîşandan. Piştî perwerdeya Rêbertî rêheval Kerîm cardin vegerayî qada Botanê, bi bilind buyîna pleya xebatê hêj bêhtir aktif tevlî nava şer buye. Rêheval Kerîm bi sekna xwe ya îsrarwarî û îradeyî li Botan, Zagros ,Herêmên Parastinê yên Medya û gelek qadên wê di asta rêvebertî de erk girtiye û berdewam kiriye. Di amadekarî û pilandanîna bi dehan çalakiyên mezin de cih girtiye, bêguman pêşengtî kiriye. Di sala 1992'an de çalakiya gundê Nêrweh (Taşdelen) ku rolek mezin ya serxistinê yê rêheval Kerim ji heyî yek ji wan çalekiyan yeka mînake.

Îradeya mezin ya di şerde, bi cesaret ,durustiya di jiyana gerîla de, bi sitirina taybetmendiyên dilnizmî û kedkar yê rêheval Kerîm, rêya xwe kirina milîtanek pêşeng yên rêkxistinê û gihandina mertebeya fermandariyê zaniye. Di maratona 28 salan ya tekoşînê de rêheval Kerîm ku ketî bin berpirsyartî û erkên gelek mezin, ji fermandariya tîmê, heya fermandariya qadê, eyaletê û herwiha ji endamtiya Komiteya Parastinê a Gel ji kirî, herî dawî ji di fermandariya biryargeha Xakurkê de ji cîh girtiye. Herwiha di tevahiya van pêvajoyan de jî, ji buna bibe layîqê Rêbertî, Şehîdan û Gelê Kurdistanê ji xebat meşandiye. Bêguman bi serxistiye jî.

Rêheval Kerîm, di pêjoya şerê qirêj yê di sala 2012'an de hukumeta AKP'ê bi pîlan û awayên ku xwastîn weke tamîlan li hemberî gel û tevgera me pêkbîne de ku li hemberî wê gerîlayên Kurdistanê bi şerê gel yê şoreşgerî de weke di hemu pêngavên tekoşînê yên gêrîla de aktif rol leyîstiye, herwiha di pêşketina tevgera şoreşgerî ya li Şemzînan pêşket de, di erkê fermandartîde pêşnegtî jêre kiriye. Rêheval Kerîm ku Tevahî jiyana xwe ya şoreşgertî pêşkêşî şoreşa Kurdistanê kirî û di vê oxurê de bi welatparêziyek kur û minakek ya fedekariyê dayî diyarkirin, di sala 2012'an de bi encama êrîşek ya dijmin de bi 3'ê rêhevalên xwe re tevlî karwanên şehîdan dibe.

Rêhevalê Heqî, ku di heman êrîşê de gehiştî şehadetê, bi aramaca bibe bersiv ji bo esareta Rêbertiya me ya di sala 2000'an bi esas girtina rêya heqîyan tevlî nava refên gêrîla bu. Di vê oxurê de di hemu xebatan de di warê pêwistiya hemu fedekarî û disiplîna hatî xwastin de bi mutlaqyeta serxistinê xwedî tevlîbunek bivî rengî bu. bi rukeniya xwe, û bî kedkariya xwe wê coşa xwe dida derdor, heval Heqî di piratîkên xweyê li qadên Qendîl, Zap û Xakurkê herdem buye xwedî seknekî milîtanî.

Rêheval Rêgeş, bi avakirina coşa ku pêngava 1 Hezîranê ya weke bersîvek li hember komplo û pêkanînên tasfiyekarî yê ku li dijî tekoşîna azadiyê ya Kurdistanê di hat israr kirin de tevlîbuna xwe ya ji buna nava refên gerîlla pêkanî, bi rihê pêngavê ji di her henaseya tekoşînê de jî buye xwedi tevlibunek bi hêz. Li hember hemu cure zoriyan rêheval Rêgeş ku bi îradeyek xweya xurt sekna xwe diyarkirî, bi sekna milîtanê Apocî ku bê tawîz û bitevlîbuna xwe coşa şoreşê di hemu jiyana xwe de kariye himêz bike û temsîl bike. Rêheval Rêgeş di tevahî jiyana xwede buye lêkolînerê jiyana derwêşî û lêkdana têkşîkêner a hêza gerîla buye.

Rêheval Şervan, di zivistana 2011-2012'de ku berxwedana bi heybet ya di vê pêvajoyê de weke ala dibînê û ji buna tolhildana tola rêhevalên xwe yên gihiştîn şehadetê di bihara 2012 tevlî nava refên gerîlla dibe. Rêheval Şervan di bingehê bi hevrebuna ji buna xeta Rêbetî ya gihiştina rêhevaltiya rast, di vê mijarê de bi xwestek û daxwazek bi biryar tekoşînek bihêz û xerîk ya gerîla birêve birye. Ji buna buyîna bersîv ji xeyal û xerîbiyên şehîdên me, ji bo standina tola yek dilop xwîna rêhvalen xwe ku fedekariyek mezin pêşkêş kirî herwiha di demek kurt de bi pratîka xwe ya di nav refên gêrîla de kesayetek ya milîtanê nimuneyî zaniye bide pêşkêş kirin.

Bê guman şehadeta Rêhaval Kerîm, Heqî, Rêgeş û şervan hem ji bo gelê me hem jî ji aliyê me ve wendahiyek mezin daye diyarkirin. Lêbelê em weke HPG û gerîllayên Kurdistanê ji buna bibin layîqê wan û ji bona pêkanîna xerîbiyên wan weke herdemê tişta ku ji destê me tê emê bikin, ji bilî serxistinê tenê tu rêyên din ne parastin, bi biryardariyek mezin di vê oxirê de çiyê me hebe bi fedekariyek mezin ku di yekemîn salvegera şehadeta rêhaval Kerîm, Heqî, Rêgeş û Şervan ku me sond xwarî di kesayeta van hevalan de em carekî din tevahî sozên xwe yên ji bu hemu şehîdan em carekî din nu dikîn...

4 Mijdar 2013

Fermandariya Biryargeha Navendi Ya Parastina Gel