HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji bo gelê me û raya giştî!

newroza bi navê berxwedana gelê me di jiyanê de buye sembola vejînê, di tevahiya mêjûya tevgera azadiyê de buye xwedî wateyekî mezin. kevneşopiya berxwedana Mazluman, Zekiyeyan, Rehşenan, di çiyayên Kurdistanê de ku berxwedaniyên wêrekane yên ku qehremanên destanên mêrxasiyê nîşan dayî û gelê meyê ku her dever wekê cihê meydana azadiyê dorpêçkirî sekna xwe rastiya dîrokekî wekî wê ne hatî dîtin derxistiye holê.

Di her biharê de berxwedana me ya azadiyê bi pêngavê nû dîroka serhildanê ku bigihine serkeftinên nû pêngav avêtine. Ev pêngav bê guman bi serhildanên mezin û qehremaniyên di van serhildanan de hatî pêşvebirin derketiye. Her rêhevalê meyê şehîd dikeve wê weke afrênerê herî mezin yê vê dîrokê were bîranîn û berxwedana wan bi gihandina serkeftinê.

Di çiyayên Kurdistanê de fedekariya herî mezin ji bo qezençkirina azadiya xwe berxwedana mezin bi ber singkirîn Rêheval Gabar Faraşîn - Nuredîn Bilir(Wan), Sîpan Zagros - Feyyaz Orhan (Amed), Şervan Malazgirt - Metin Samî (Mûş), Botan Cudî - Mehmet Emin Kaya (Batman) ku di dîrokên cuda cuda de tevlî nava refên gêrîlla bun. Di çavê her yek ji wan de çûyîna milîtantiyek hêrs, di jiyanê de fedekarî û israra di serkeftinê de ku temsîla wê dikirin, her çar rêhevalên meyê leheng di nava pakrewanên meha adarê de cihê xwe girtin. Her Çar rêhevalên meyên di dîrokên cuda de tevlî nava karwanên pakarawanan buyîn, di nava meha adarê ya qehremantiyan de bi bîranîn û ezma mezin ya tekoşînê ku wan hilgirtî û emê bibin şopdarê hêza biryardariya wan.

Agahiyên Derbarê Sicila Şehîdan de;

Nasnav: Gabar Faraşîn
Nav û paşnav: Nusrettîn Bîlîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Şehzade - Îzettîn
Dîrok û cihê şahadetê: Adar 2011 / Erzurum

Gabar Faraşîn - Nurettîn Bîlîr

Nasnav: Sîpan Zagros
Nav û paşnav: Feyyaz Orhan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Fatma - Fesîh
Dîrok û cihê şahadetê: Adar 2011 /Çewlîk

Sîpan Zagros- Feyyaz Orhan

Nasnav: Şervan Malazgirt
Nav û paşnav: Metîn Samî
Cihê jidayikbûnê:
Mûş
Navê dayik û bav: Qîymet - Ahmet
Dîrok û cihê şahadetê: Adar 2007 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Şervan Malazgirt - Metin Sami

Nasnav: Botan Cudî
Nav û paşnav: Mehmet Emîn Kaya
Cihê jidayikbûnê: Batman (Êlih)
Navê dayik û bav: Nermîn - Mehmet Selîm
Dîrok û cihê şahadetê: Adar 2013 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Botan Cudî - Mehmet Emîn Kaya

Ji bo azadiya Rêber APO û gelê me ku qehremaniyên mezin ku di meha adarê de navê xwe nivîsandîn rêheval Gabar,Sîpan, Şervan û Botan dema em di salvegara şehadeta wande bi bîrtînîn, her wiha biryardariya xwe ya ji bo meşa serxistin û azadiyê bi biryardariyek mezin dubare dikîn.

11 Adar 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel