HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, pêvajoyên girîng ên meşa bi heybet a dîroka me dijî. Lehengiyên mezin ên ev pêvajoyên girîng afirandin, bi taybetî di meha Sibatê de bi milîtaniya afirîner a çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' re careke din bûne gava mezin a bilindkirina berxwedanê. Lehengiyên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pûç kirin, weke gava herî biryardar a têkoşîna me rê nîşanî me dane. Heft rêhevalên me yên bisekna xwe ya mînakdar a beşdariya li têkoşînê, ku di meha Sibatê de tevli karwanê nemiran bûne, şopandarên biryardar ên vê kevneşopiyê ne.

Her yek ji van Rêhevalê me di tekoşîna azadiyê de tevlîbona xwe çêkirne. Rêhevalên wek Cesur Botan – Mehmet Ali Akman, Dilpak Azad – Baxşîn Feysullah, Umît Kûrtalan – Selîm Mecîd, Bêrîvan Besta – Sozdar Aktaş, Siyabend Soran – Ebadî Şerîviyan, Loqman Mêrdîn – Serkan Sogut û Şahîn Bagok – Mehmet Mahsun Turan di çiyayên Kurdistanê de bi sekna xweya milîtanî meşa xwe bi çoş berdwam kirine. Wan ticaran xwe nedane paş, di hemû demen zorde hertim di meşa mezin a milîtanê PKK soz dane, û cihê xwe di nava karwanên Şehîdên azadiyê de girtin.

Nasnamayên rêhevalên meye Şehîd weha ne:

Nasnav: Cesur Botan
Nav û paşnav: Mehmet Alî Akman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Salîha – îbrahîm
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2012 /Botan - Besta

Cesur Botan - Mehmet Alî Akman

Nasnav: Siyabend Soran
Nav û paşnav: Ebadî Şerîfiyan
Cihê jidayikbûnê: Sine (Rojhilatê Kurdistan)
Navê dayik û bav: Ferxî - Sidiq
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2011 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Siyabend Soran - Ebadî Şerîfiyan

Nasnav: Loqman Mêrdîn
Nav û paşnav: Serkan Sogut
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Emîne – Mehmet Reşîd
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2007 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Loqman Mêrdîn - Serkan Sogut

Nasnav: Dilpak Azad
Nav û paşnav: Baxşîn Feysullah
Cihê jidayikbûnê: Xoy (Rojhilatê Kurdistan)
Navê dayik û bav: Mercan - Cangîr
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2013 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Dilpak Azad - Baxşîn Faysullah

Nasnav: Bêrîvan Besta
Nav û paşnav: Sozdar Aktaş
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dayik û bav: Helîme - Şerîf
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2013 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Bêrîvan Besta - Sozdar Aktaş

Nasnav: Umît Kûrtalan
Nav û paşnav: Selîm Macîd
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Navê dayik û bav: Şukran - Arîf
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2012 /Herêmên Parastinê Yên Medya

7﷽﷽﷽﷽﷽Umît Kûrtalan - Selîm Macîd

Nasnav: Şahîn Bagok
Nav û paşnav: Mehmet Mahsum Turan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayik û bav: Nîcmî - Ezîz
Dîrok û cihê şahadetê: Sibat 2008 /Herêmên Parastinê Yên Medya

Şahîn Bagok - Mehmet Mahsum Turan

Rêhevalên me yên fedekarî, dilxwaziya mezin a kar, rêhevalî û hezkirina gel a milîtaniya Apoyî di dilê xwe de hilgirtin, ji Bakurê Kurdistanê bajarên Sêrt, Amed, Mêrdîn û ji Rojhilatê Kurdistanê jî ji Xoy û Sine beşdarî têkoşîna me bûen. Sekna dilxwaz û xwedî bawerî ya heft rêhevalên me yên giranbuha, wê ji bo biryardariya mezin a meşa gav bi gav ber bi azadiyê, bibe sonda me. Heft rêhevalên xwe yên bi têkoşîna xwe re bûn mînaka fedekariyê, di salvegera şehadeta wan de bibîr tînin û soza xwe ya serketinê careke din dûbare dikin.

27 Sibat 2014

Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel