ji gelê me û raya giştî!
Di tevahiya dîroka têkoşîna me de her Newroz bûye xwedî pêngav û berxwedanên nû. Di Newroza 2013'an de Rêbertiya me bi deklarasyona dîrokî re starta 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' daye.
Cejna azadiyê û vejînê ya gelê me Newrozê, beriya her tiştî em li Rêber APO yê ruhê Newrozê temsîl dikin pîroz dikin, bi rêzdarî silav dikin. Em Cejna Newrozê li tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên me yên giranbuha yên şehîdan, milîtanên têkoşînê û hemû gelên ji Newrozê bawerin pîroz dikin. Hemû şehîdên xwe yên Newroz û şoreşê, yên ev roja meşaleya azadî û berxwedanê bi nivîsandina destenan veguherandin roja pêngavî, di kesayetiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bibîr tînin, soza xwe ya dane wan bi wesîleya vê roja pîroz careke din dûbare dikin.
Gelê Kurdistanê yê li dijî dagirkerî û jenosîtan têkoşîna hebûnê da, kevneşopiya Newrozê ya çavkaniya xwe ji yekemîn şoreşa mirovahiyê neolîtîkê ji ruhê jîndarkirina mirovê xwezayî û çanda kûr digire, jîndar kiriye.
Rêber APO ê ku hînê di gava destpêkê de ev rastiya civaka Kurd dît, karê destpêkê yê komê di Newroza 73'an de pêk anî û dest bi pêngaveke dîrokî ya tevgereke nû ya Med kir. Bi pêngava Newrozê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd re Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê weke rojeke kevnare, di heman demê de veguherî rojeke vegera li cewherê, roja berxwedan û azadiyê. Bi derketina PKK'ê re agirên Newrozê her tim weke agirên mizgîniya serketiyê bilind bû; Newroz bûye wateya vegera li azadî û nirxên Kurdistanî. Lewma çawa ku gelê Kurd gelekî Newrozê ye PKK jî veguheriye partiyeke Newrozê.
Di Newroza 2013'an de Rêbertiya me bi deklarasyona dîrokî re starta 'Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad' daye. Bêguman ev pêvajo li ser bingeha encamên pêngava tevgera me ya sala 2012'an li Bakur dabû destpêkirine. Pêşketinên Pêngava 2012'an li Bakur rê li ber vekir û pêvajoya şoreşî ya li Rojavayê Kurdistanê, di hevsengiya nû ya herêma Rojhilata Navîn de gelê Kurdistanê derbasî cihekî girîng kirine û di encama vê de jî mercên çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derketine holê.
Ji bo hewldanên Rêberê me û keda gelê me vala neçe, bi wesîleya Newrozê em careke din ji gelê xwe re radigihînin ku emê mîna duh ji niha û pêve jî hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin. Dewleta Tirk ti bersiv nedaye hewldanên çareseriyê û banga Newrozê ya Rêberê me û pêvajo îro hatiye nuqteyeke xetimandinê.
Li ser vê bingehê Newroza 2014'an wê bibe destpêka pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya dîrokî de, ku têkoşîna avakirina civaka demokratîk-nû wê di asta bilind de bê dayîn, HPG wê zanibe rola xwe bileyze û wezîfeyên dikevin ser milê xwe bi awayekî serketî bicih bîne. Bêyî azadiya Rêber APO û azadiya gelê me, ti şêweyên çareseriyê pêk nayên, çareserî nabe. Heta ku Rêbertî azad nebe gelê Kurdistanê bi ti awayî azad nabe. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ku vê rastiyê baş zanin, berê xwe dane azadiya Rêber APO û dê wezîfeyên demê bi serkeftî bicih bînin.
Îdîaya me ji her demê mezintir e ku li dijî hêzên dixwazin azadî, xwişk û biratiya gelan bixe xeteriyê emê rola xwe bileyzin. Biryardariya me ji her demê zêdetir e û bi performanseke bilindtir potansiyela me ya şer ji her demê xurttire. Gerîlayên Azadiya Kurdistan li ser vê bingehê, li gel amade bûna ji çareseriya demokratîk, di rewşeke amade ya ji şerekî mezin ê parastinê re jî Newroza 2014'an pêşwazî dikin.
Li dijî êrîşên li hemberî şoreşa Rojava, divê berxwedaneke mezin û dîrokî were nîşandan, pêngav were xurtkirin û kevneşopiya berxwedanê ya Newrozê bê jiyîn.
Li ser vê bingehê weke Hêzên Parastina Gel a Kurdistanê em tevahiya gelê xwe yê di vê Newrozê de daket qadan silav dikin, bi coşa gerîla li çiyayên azad û ruhê berxwedanê yê Apoyî careke din Newroza tevahiya gelê xwe pîroz dikin.
Bijî Cejna Azadî û Berxwedanê Newroz!
Bijî Tevgera Newrozê PKK!
Bijî Rêber APO!
19 Adar 2014
Fermandariya Biryargeha Navendî Ya Parastina Gel
