HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Raya giştî ya gelê Kurdistan û Demokratîk re!

Pêvajoya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û ‘Înşakirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk’ ya Rêber Apo daye destpêkirin ketiyeqonaxake nû. Piştîbanga Serokatiyê ya di Newroza Amedê ya dîrokî de, biryara agirbestê ya ji 23’ê Adarê şûnde kete meriyetê ji aliyê tevgera me ve bi raya giştî re hat parvekirin û hêzên me yên gerîla li ser banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan li gel şert û mercên dijwaryên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bo pêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê.

Dîsa daxwaza Rêber Apo ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ya wek vekişîna derveyê sînor ji aliyê tevgera me ve hat nirxandin û biryara vekişînê hat dayîn. Ev biryar ji aliyê Konseya Rêveber a KCK’êve di 25’ê Nîsanê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh ji raya giştî re hat aşkerakirin.

Gerîlayên me bibiryara ku tevgera me li ser esasa banga Serokatiyê de girt, bi serkeftinê xistiye pratîka xwe. Li gel vê HPG’ê nîqaşên berfireh meşandine û pêvajoya amadekariyê meşandin. Amadekariya vekişîna gerîlayan a derveyê sînor hatiye asteke girîng. Êdî ji bo ku vekişîna gerîla bi serkeftî temam bibe û rê li ber provakasyona vene be, nîqaş hatine meşandin, plansaziyeke berfireh û di esas rêxistinbûnê de sererast kirin û pozîsyon hatiye girtin.

Hêzên me yên gerîla li ser banga Rêber Apo û Konseya Rêveber a KCK’ê ji gelek qadan li gel şert û mercên dijwaryên xwezayê ji 8’ê Gulanê û şûnde dê ji bopêvajoya vekişînê bikeve nava tevgerê. Hêzên me yên vedikişin dêbên Qadên Parastina Medyaya BaşûrêKurdistanê. Tê hedefkirin ku komên me yên yekemîn dê dinava hefteyekê de bigihin Qadê Parastina Medya. Ev pêvajo dê bi awayekî rêxistinkirî û plankirî bimeşe. Di vê wateyê de ji bo pêvajo bi serkeftî encam bibe em diyar dikin ku emê li gorî 6 xalên ku Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’Ê diyarkiriye û hişyariya Reber Apo diyar kirine tevbigerin.

Bi taybet bi destpêkirina pêvajoya agirbestê li Bakûrê Kurdistanê çêkirina bendav, qerekolan roleke astengdar dilîze. Keşfkirina wesayîtên hewayî yên bê mirov, vekişîna gerîlayan dereng dixîne, operasyonên leşkerî û sewqiyata leşkerî bandorek neyînî li ser pêvajoyê dike. Ji bo ku hêzên me yên gerîla pevajoya vekişînê bi tempoyeke lezgîn pêkbîne divê hemû faliyetên ku me anîn ziman bê rawestandin û ev gelek girînge.

Em wek HPG’ê di 8’ê Gulana 2013’an de ji bo ku pêvajoya vekişînê bi serkeftinê temam bibe çi bi keve ser milê me emê bikin. Her wiha ji bo ku ev pêvajo bi gihêje serkeftinê divê gelê me û rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya demokratîk rola xwe bilîze.

7 Gulan 2013

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê