ji gelê me û raya giştî re!
Gelê me yê welatparêz yê Lîcê, di asta xwecihî û bi keda xwe ne li bajêr û deştê, hê zêdetir li qada ku dibin kontrola gerîlan deye li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê bustê hevalê Fermandarê Mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) daniye. Bi cihkirina vî bustî bi însiyatîfa xwecihî û bi awayekî xwezayî wek egereke dilsoziya gelê me ya bi nirxên xwe re hatiye fikirandin û çêkirin. Lê belê ji aliyê rayadarên dewleta Tirk ên hezim nekirine bîranîna vî şoreşgerê pêşeng ê gelê me qîmetekî mezin dide û fermana rakirina bust dane. Hêza ku ev ferman daye tenê bust ne aniye xarê, mîna tahuruzekê êrîşê şehîdgehê kiriye. Bi piştgiriya gelek wesayitên zirxî, 4 helîkopterên kobra û 3 hezar leşkeran re komkujiyek hatiye armanckirin. Vê hêzê dinav wan de ku bi piranî îxtiyar, zarok û jin jî hene bi çekan êrîşê gelê me kirine. Di vê êrîşê de ciwanê me yê binavê Mehdîn Taşkin şehîd ketiye, gelek mirovên me jî birîndar bûne. Yên tu derbe nexwarine jî ketine mizgeftê û dicihên cuda de xwe veşartine û bi vî awayî rizgar bûne. Di heman demê de bi kepçe û dozeran ku anîne hatiye armanckirin ku şehîdgehê bi temamî xerab bikin.
Hêzên me yên gerîla ku agahiya şahadetê û birîndarkirinê gihişt wan, ji bo gelê me yê li Şehîdgehê yê ji aliyê wesayitên zirxî û helîkopteran ve hat dorpêçkirin zêde windahiyan nedin ji 5 milan ve mûdaxele kirin. Hêzên me hewl dane artêşa Tirk gulebarandina li hemberî gel rawestîne û bi tevahî texrîbkirina Şehîdgehê asteng bike. Di vê mûdaxeleyê de hin wesayitên zirxî û du helîkopter hatine derbkirin. Di şerê rû daye de hatiye dîtin ku ji hêzên artêşa Tirk hin windahî jî çêbûne. Li ser vê yêkê hêzên artêşa Tirk bê tevahî Şehîdgehê texrîb bikin ji qadê vekişiyane.
Di vê bûyerê de kesên dibêjin ku gelê Kurd provokasyon kiriye divê destpêkê êrîşên bi çekên giran ên artêşa Tirk ên li hemberî gelê sivîl û bê parastin bibînin. Provokasyona esasî eve ku mûdaxeleyeke bi vî awayî pêkhatiye.
Li aliyê din eger bi rastî wê çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd pêşbikeve û tê gotin ku wê tiştên baş çêbibin, çima ev qasî aciz dibin ku gelê Kurd bi awayekî azad xwedî li nirxên xwe derdikeve! Eger wê gelê me li nirxên xwe yên ji wan bawer dike xwedî dernekeve li cihekî çolberê bîrdariya rêheval Fermandarê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) ê di têkoşîna azadiyê de bûye sembol li Şehîdgeha xwe bi cih neke wê çareseriya behsa wê tê kirin çewa pêkbê! Aşkera ye ku dewleta tehemûl nake bîrdariyeke şehîdekî li Şehîdgehekê bêdanîn wê çewa pêvajoya çareseriyê pêşbixe bi gumane. Eger wê çareserî pêşbikeve, vîna azad a gelê Kurd bê naskirin ma çêkirina bustê milîtanekî pêşeng ê bûye sembola têkoşîna azadiyê û ew bust li Şehîdgehê bicih kirin ne tiştekî ji rêzê ye!
Li aliyê din piştî danîna bustê Fermandarê nemir Rêheval Egîd ku leşkeran pêl serê bust kirin, poz dan û ew li organê medyayê belav kirin, êrîş û heqareteke mezin ya li hember rûmet, şeref û hesyeta gelê Kurd e. Li wir a pêlikirinê rûmeta gelê Kurd e. Wê gelê Kurd ti carî vê ji bîr neke. Kesên ku di her firsendê de ji me dixwazin em rêz nîşa nirxên wan bidin, eger nirxên me bi wî awayî bixin bin lingan em ê çewan jiyaneke hevpar ava bikin! Yên xwedî vê zêhniyetê hêzeke leşkerî ya nirxên gelê Kurd dike bin piyan bi sedema, ‘em ê bust bînin xarê’ bê bêje zarok, jin û îxtiyar êrîşî gel dike wê gelê me çewan dost bibîne! Buyera ku pêl bustê Heval Egîd kirine ne bûyereke ji rêzê ye. Pêwîste gelê me li ti deveran li hemberî vê heqareta nemerdane bêdeng nemîne. Li her cihî hewlwesta xwe ya girseyî nîşan bide û hesab bipirse. Em bawerin wê gelê me vê bi awayekî zanabûn, rêxistinkirî û li gor feraseta me bike.
Ji hêzên me yên gerîla yekîneyên cur bi cur yên ev bûyer bîhistîn bi armanca mîsîleme û hişyariyê ketine nav çalakiyan. Li vir armanca esasî eve ku hewl danên berevajî rûhê pêvajoyê û êrîşên bê sînor ên li hemberî nirxên gelê me bên rawestandin. Pêwîste armanca esasî a çalakiyên gerîlayên me wiha bên fêm kirin.
Di vê hikûmeta AKP û dewleta Tirk zanibe ku bi teybet di her çalakiya sivîl-siyasî ya li Lîcê pêktê ku ciwanekî me tê şehîd kirin wê gelê me û tevgera me bêdeng nemîne. Zarokên ciwan ên gelê me yê Lîce yên welatparêz wê timî pêşengên vê berxwedanê bin û wê zanibin hesab ji hêzên mêtînkar û qetlîamker bipirsin. Em rêhevalê me û Şehîdê me yê hêja Mehdîn Taşkin ê bi fedakariyeke mezin li berxwe da û şehîd ket, bi hûrmeteke mezin bibîr tînin. Em soz didin bîranîna wî di têkoşîna azadiyê de bidin jiyandin. Em sersaxiyê ji malbata şehîdên me re û tevahî gelê Lîcê û gelê Kurdistanê re dixwazin.
20 Tebax 2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
