HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji gelê me û raya giştî re!

Yek ji navên sembol ên li dijî tesfiyekariya li ser tevgera me dihat ferzkirin, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandariya me ya Biryargeha Navendî ya wê demê Erdal (Engîn Sîncer) û hevalê Xelat Soran ê pê re şehîd ket, di 11. salvegera şehadeta wan bi de bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên şehîdên xwe bi tacîdarkirina serketinê re bidin jiyîn.

Di çarçoevya amadekariya pêngaveke mezin a li dijî tasfiyekariyê, di sala 2003'an de li qadên gerîla di amadekariya festîvaleke gelekî mezin a pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê de cih digirt. Di beşa dawî ya van pîrozbahiyan de (Şeva 17'ê Tebaxê), di qezayekê de hevalê Erdal gihaşt şehadetê. Hevalê Erdal bi jiyana xwe, sekna xwe û bîranînên ji me rêhevalên xwe re hiştiye re, efsaneyekî ku wê her tim cihê xwe di têkoşîna me de hebe û ti carî neyê ji bîrkirin. Hevalê Erdal ku leşkerekî baş, dîplomatekî baş û rêhevalekî baş bû, wê weke fermandarê sembol ê Pêngava 1'ê Hezîranê ya dîrokî, her tim bijî.

Di dîroka têkoşîna me de her şehadeteke mezin, ji pêngavên mezin re bûye wesîleyek. Çawa ku şehaeta hevalê Hakî Karer bû wesîleya partîbûyînê, şehîdên Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê bûn destpêka têkoşîna çekdarî û şehadeta rêheval Egîd (Mahsûm Korkmaz) bû wesîleya gerîla û artêşbûyînê, şehadeta hevalê Erdal jî rihê Pêngava 1'ê Hezîranê derxistiye holê û li ser vê bingehê tasfiyekariya hundir û derve ya li ser tevgera me dihat ferzkirin, ji hev xistiye. Gerîlayê azadiyê yê Kurdistanê yê li ser şopa Erdalan, Adilan û Nûdayan dimeşe, bi performansa xwe ya leşkerî re, bi asta taktîkî û baweriya nayê hejandin re îro li Rojhilata Navîn veguheriye yek ji hêzên herî stratejîk û gihaştiye qonaxa ku karibe nirxên gelê Kurdistanê biparêze. Gerîlayên HPG'ê yên ne tenê li Bakur li gelek cihên welêt, li Şengal, Mexmûr, Laleş, Kerkûk û gelek eniyên din bi Rihê Pêngava 1'ê Hezîranê ketine çeperan, bîranîna Şehîd Erdal didin jiyîn û wê hînê jî bidin jiyîn.

her sal ji bo bîranîna Sîncer li Ewropayê çalakiyên cuda tên lidarxistin û gelekî watedar û bi qîmet e ku îsal li cihê lê ji dayikbûye li Seyrantepe ya Pazarcixê ji bo bîranîna Sîncer festîvaleke girseyî hatiye lidarxistin. Ji ku ber pêşniyara hevalê Erdal bi xwe, ku gava destpêkê jî wî bi xwe avêt; pêşwazîkirina 15'ê Tebaxê bi festîvalan bû. Ew, piştî festîvala yekemîn a gerîla şehîd ket û rêveberiya HPG'ê piştre biryar da ku careke din festîvalê lidar nexe. ew wateyeke girîng didin biryara malbata Sîncer ku her sal wî bi festîvalekê li cihê lê ji dayik bûye bibîr bîne. Em di serî de malbata Sîncer û 'gelê welatparêz ê Pazarcixê' yên festîval lidar xistin, silav dikin.

18 Tebax 2014

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel