ji çapemenî û raya giştî re!
1. Yekîneyeke me ya gerîla ku ji aliyê Fermandariya me ya Eyaleta Mêrdînê ve ji bo xebatekê hatibû wezîfedarkirin, di êvara 21'ê Tîrmehê de li Serêkaniya ser xetê, ketiye kemîneke hêzên ewlekariyê yên Tirk. Ji ber kemînê û destwerdana leşkeran li ser sînor, yekîneya me neçar maye şer bike. Di vî şerî de 2 gerîlayên me ji komê qut bûne, hevalên me yên din jî bi saxî vegeriyane baregehên xwe.
2. Di roja 21'ê Tîrmehêhêzên artêşa Tirk ên li baregeha leşkerî ya Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê eraziya derdora xwe bombebaran kirine û Dûre xwestiye bi çengekî li bejahiya gundê Herkî derkeve operasyonê. Li vê derê hêzên me yên gerîla bi çekên giran bersiv dan û di encamê de bi çekên giran pevçûnek derket, hêzên leşkerî bêyî encamê bigirin xwe vekişandin.
Di 22'ê Tîrmehê de dîsa ji baregeha leşkerî ya Oremarê, qadên me yên Şehîd Rahîme, Şehîd Gafûr, Şehîd Karker, Avaşîn û Çarçela bi top û hewanan hatin bombekirin. Ji ber van topbaranan li hin daristanên herêmê şewat derket, di heman demê de balafirên şer ji nizm ve li ser qadê firiyan. Vê topbaranê heta 23'ê Tîrmehê dem bi dem dewam kir, lewma hêzên me yên gerîla neçar man bi çekên giran bersivê bidin. Di encama vê bersivdayînê de du tank û hîn sengerên leşkerî hatin derbkirin û dibe ku windahiyên artêşa Tirk hebin.
3. Bûyerên li Serêkaniyê û Oremarê di heman demê de rû dan, rasthatin nînin û aşkere ye ku artêşa Tirk ji bo têkbirina agirbestê di nava xebatên kemîn û lêdana derbê de ye. Ji bo ser vê rastiyê binixumîne Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk dxuyaniyên şaş û agahiyên çewt dide. Di 2'ê Tîrmehê de hêzên artêşa Tirk li Elbak a Wanê yekîneyeke me xistibû kemînê û hevalê me Şervan Koçer ê bi birîndarî dîl girtibûn înfaz kirin. Serokatiya Fermandariya Giştî ya artêşa Tirk bi daxuyaniyekê xwestibû berpirsyariya vê bûyerê bavêje stuyê artêşa Îranê. Serokatiya Fermandariya Giştî bi heman rengî, ji bo rastiya bûyera li Serêkaniyê berevajî bike bi daxuyaniyekê got ku ji Rojava hêzên Rojavayî (Hêzên YPG'ê) êrîşî wan kirine. Tu eleqeya vê bi rastiyê re nîne. Ya rast ev e, ku hêzên artêşa Tirk kemîn avêtine pêşiya hêzên HPG'ê û ji ber vê yekê şer derketiye.
4. Hêzên dewleta Tirk ne tenê bi van êrîşan re hewl dide mercên agirbestê têk bibe, di heman demê de li Kurdistana ku di nava şert û mercên agirbestê de ye, ji karên xwe yên projeya çêkirina bendavên bi armancên leşkerî û baregehên nû yên leşkerî, venagere. Tevî hemû çalakiyên sivîl-demokratîk ên gelê me û raya giştî ya demokratîk, di bin navê qereqola de li Kurdistanê xebatên xwe yên çêkirina baregehên nû yên leşkerî dewam dike.
Dewleta Tirk û hêzên ewlekariyê, li qadên derveyî herêma şer bêguman dikare li gorî daxwaza xwe tevbigere. Lê belê bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re, bi gotina 'firsend ev firsend e' avakirina baregehên leşkerî li her goşeya Kurdistanê, projeya ji nû ve dagirkirina Kurdistanê bi awayê leşkerî eleqeya xwe bi çareseriya demokratîk û aştiyê re nîne. Diyare ku ev yek di çarçoveya xebatên amadekariya şer de tên kirin. Ev rewş nêzîkatiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li pêvajoya çareseriyê radixe pêş çavan. Eger bi rastî jî wê çareserî pêk were, ev amadekariyên leşkerî ji bo çi ne! Ev rewş di nava gelê me û raya giştî ya demokratîk de rê li ber fikarên cidî vedike.
Ev xebat bi awayekî zelal, binpêkirina mercên agirbestê ye. Em bang li hemû aştîxwaz û gelê xwe yê welatparêz dikin, ku li dijî çêkirina bendav û rêyên bi armancên leşkerî û qereqolan ên ku tên wateya amadekariya şer û gefê li pêvajoya çareseriya demokratîk dixwin, helwesteke bi bandor nîşan bidin. Li hemberî hêzên ku bi sûdwergirtina ji agirbestê re têkevin herêmên me yên gerîla û li van deveran xebatên çêkirina baregehên leşkerî bidomînin, wê gerîlayên me neçar bimînin xebateke hişyarkirin û astengkirinê bimeşînin.
Bi rêzdarî em agahdar dikin
24 Tîrmeh 2014
FERMANDARİYA BİRYARGEHA NAVENDA PARASTİNA GEL
