ji çapemenî û raya giştî re!
Meha Tîrmehê di tekoşîna me de meha berxwedanê ya di azadiyê de bi awayeki heybet israrkirinê ye. Îmha û inkarkırın bi berxwedanên destanî hatiye hilweşandin û hêviyên azadiyê ji nu ve li kurdistanê vejiyandine. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçekên bune abîdeya vê qehremantiya dîrokî ku bi gotina “Jiyanê bi qasî di oxira wê de canê feda bikin em jê hez dikin” û di serî de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê tevayî gerîlayên di meha Tîrmehê de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane em bi rêzdarî bibîrtînin.
Em şehîdên xwe yên pêvajoyên girîng ên têkoşîna me hilgirtine û pêş xistine, ev veguherandine berxwedanê û dewrî me kirine, bi zanebûn û şêwazê têkoşîna bi rê ve birine, jiyan û felsefeya Apoyî pêk anîne û tevlî karwanê şehîdan bûne, Azad Qamişlo (Raman Hac) - Barîn Kobanê (Cîhan Muhammed) - Berxwedan Şekîf (Kawa Saritaş) - Çalak Amed (Kadîr Tutal) - Demhat Bozova (Adem Gumuş) - Denîz Întîkam (Danyal Çayir) - Harun Bişar Îsmaîl (Yuksek Azak) - Rohat Gilîdag (Ahmet Ozer) - Serhildan Merîvan (Mesut Dinpijwe) - Sîpan Xelat (Abdullah Zeyrek) – Sîpan Çilçama (Adil Ruzgerde) - Tîrêj Malatya (Burhan Bozkurt) - Zerdest Maku (Zahîr Mîlan) jî bi rêz bi bîr tînin. Ev sêzde hevalên me yên ku nunertiya azadiya gele kurdistanê dikirin ku bi vê biryarbunê rola xwe dilîstin di dîrokên cuda de li çiyayên azadiyê têkoşîn bi awayekî herî biryarane û vîndarî dayîne pêş. Ev rêhevêlên me yên ku li hember paşverutî bi her awayî mêtingerî û faşîzmê li pir qadan şerkirine û li berxwedane. Di dîrokên cuda de tevlî karwanê azadiya şehîdên Kurdistanê bune.
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:
|
Nasnav: Azad Qamişlo |
Azad - Raman Hac
|
Nasnav: Barîn Kobanî |
Barîn - Cîhan Muhammed
|
Nasnav: Berxwedan Şekif |
Berxwedan - Kawa Saritaş
|
Nasnav: Çalak Amed |
Çalak - Kadîr Tutal
|
Nasnav: Demhat Bozova |
Demhat - Adem Gumuş
|
Nasnav:Denîz Întîkam |
Denîz - Danyal Çayir
|
|
Nasnav:Harun Bişar Îsmaîl |
Harun - Yuksek Azak
|
Nasnav : Rohat Gilîdag |
Rohat - Ahmet Ozer
|
Nasnav: Serhildan Merîvan |
Serhildan - Mesut Dinpijwe
|
Nasnav:Sîpan Xelat |
Sîpan - Abdullah Zeyrek
|
Nasnav: Sîpan Çilçama |
Sîpan - Adil Ruzgarde
|
Nasnav: Tîrêj Malatya |
Tîrej - Burhan Bozkurt
|
Nasnav: Zerdest Maku |
Zerdeşt - Zahir Milan
Yên ku di şopa yên gotine em wisa hez jiyanê dikin ku di oxira wê de bimrin meşyane û mînaka fedakarî nîşakirine. Sekna milîtanê Apocî bi biryar pêkanîne, pêşengtî ji qonaxên pêvajoyê re kirine û girdayîna xwe ya bi gele Kurdistanê re gihandine lutkeyê em sêzde rêhevalên xwe di salvegera şahadetê de bibîr tînin û soza gihandina serkeftina ya têkoşina wan ji me re hiştî dubare dikin. di serî de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê tevayî şehîdên qehreman yên di meha Tîrmehê de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane em bi rêzdarî bibîrtînin.
2 Tebax 2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
