ji gelê me û raya giştî re!
Weke Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel me ji raya giştî re dabû xuyakirin ku li hemberî êrîş û komkujiyên li dijî gelê me, ji bo parastina gelê me yê li Şengalê û pêşîgirtina li komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê, em ê dest li rewşê werdin. Li gorî xebatên amadekariyê yên komeke me ya pispor a ku li gel hemû astengiyan berê hatibû şandin, hêzên me roja Şengal hat dagirkirin bi lezgînî dest li rewşê werdan û yekîneya me ya xwedî hejmareke têrker xwe gihand herêmê. Li vê derê, bi hêzên din ên welatparêz re heta ji dest tê alîkariyê dide gelê me yê tengav bûye û gelê me yê rêzdar ê Şengalê, bi awayekî ewle, derbasî Rojavayê Kurdistanê dike. Paqijkirina herêma Şengalê ji çeteyan û ewlekirina qadê, wezîfeya bingehîne. Li gel hêzên din ên berxwedêr û gelê me yê li herêmê re, wê herêma Şengalê bê azadkirin. Di vê mijarê de weke HPG wê her şêweyên fedekariyê bên kirin, her şêweyê çalakiyan bên lidarxistin.
Gefên DAIŞ'ê yên li gelê me ne tenê li Şengal û Rojavayê Kurdistanê ye, gelê me yê li Başûrê Kurdistanê jî di bin gefa DAIŞ'ê de ye. Di vê çarçoveyê de çeteyên DAIŞ'ê xwestine ji ser xeta Mexmûr û Hamedanî ber bi Hewlêrê ve biçin û ji ber vê gefê gelê me yê li kampa Şehîd Rustem a li Mexmûrê bi plan û bi awayekî ewle, derbasî herêmên ewle hatine kirin. Hêzên me ji bo vê yekê tedbîrên pêwîst girtine û gelê me yê li kampê derbas kirine.
Hêzên me yên ku li xeta Mexmûrê ji bo pêşî li rêveçûna hêzên dijmin bê girtin bi hêzên pêşmergeyan re ketine çeperan, ji duh êvarê û vir ve ketine şer û dest bi berxwedanê kirine. Hêzên pêşmerge yên li vê herêmê ji îro danê sibê û pê ve xwe vekişandine. Di vê rewşê de hêzên me yên li qadê jî derbasî pozîsyona vekişînê bûne. Hêzên me yên li vê herêmê wê bi serê xwe planeke şer nemeşînin, wê piştgiriyê bidin pêşmergeyên PDK û YNK'ê. Li her xeta berxwedanê ya hêzên pêşmergeyan, hêzên me wê li refên pêş cih bigirin û ji bo serketina berxwedanê fedekarî û performansa pêwîst nîşan bidin. Bi taybetî ji bo şikandina êrîşên dijmin ên Hewlêrê dikin hedef, eger derfet bên dayîn û rewşa tevgereke hevpar bê afirandin, hêzên me wê bi biryardarî rola xwe bilîzin.
Ev destwerdanên em dikin, wezîfeyên ji neçarî divê di çarçoveya wezîfeya însanî û welatparêzî de bên kirin e. Ji bo şikandina van êrîşên DAIŞ'ê, weke tevger me pêşniyar li hemû hêzên Kurdistanî kir ku koordînasyoneke hevpar û fermandariyeke hevpar bê avakirin. Rêber Apo bang li van hemû hêzên berxwedêr kiribû ku di çarçoveya plansaziyeke hevpar de tevbigerin û li hemberî êrîşan parastina gelê me û welatê me ewle bikin. Roj bi roj girîngiya vê banga Rêbertiya me û tevgera me xwe bêtir nîşan dide. Eger hêzên din jî li gorî vê tevbigerin û hevkarî derkeve holê, hingî hemû parçeyên Kurdistanê dikare bên parastin. Eger rewşeke bi vî rengî dernekeve holê jî di asta herêmî de em ji koordînasyoneke hevpar re vekirî ne û hêzên fedayî yên Apoyî ku xwedî ezmûneke sih salan e, di warê parastina Kurdistanê de wê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi hêjayî bicih bînin.
Êrîşên DAIŞ'ê îro sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kiriye û derketiye wê radeyê ku gefê li tevahiya Kurdistanê dixwe. Êrîşên DAIŞ'ê yên li xeta Şengal, Rebîa û Hewlêrê nîşan didin ku gef li ser tevahiya gelê me yê Kurdistanê, li ser hemû gel û baweriyên herêmê ye. Li dijî van çeteyên hov, derveyî nirxên mirovahiyê, em destnîşan dikin ku em ê Başûrê Kurdistanê û tevahiya destketiyên gelê Kurdistanê heta dawiyê biparêzin.
7 Tebax 2014
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel
