Gelê Me Yê Welatparêz û Raya Giştî Re!
Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê dikeve sala 40'î.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Ruhê Berxwedanê Yê 14'ê Tîrmehê Wê Bi Serketinê Bê Tacîdarkirin!
Çapemenî û Raya Giştî Re!
Ya ku bû wesîleya partîbûyîna me PKK'ê, roj bi roj vê partîbûnê mezin dike, nirxên herî pîroz diafirîne, em gihandiye vê astê û wê me bi ser bixîne; rastiya şehadetê û artêşa me ya şehîdan a nemir e.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Bêyî Ku Ji Xeta Şehîdan Tawîzê Bidin, Em Ê Têbikoşin!
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Em salvegera 36’an a Pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an, Cejna Vejînê di serî de li mîmarê vê vejînê Rêber Apo, li gelê me, li dostên gelê me, li mirovahiya pêşverû û li hemû hevrêyan pîroz dikin. Em di şexsê Fermandar Egîd (Mahsûm Kormaz) de hemû şehîdên me yên leheng bi hurmet û minet bi bîr tînin ku di vê pêvajoya berxwedanê de bi fedakariyên mezin û berdêlan, kirin ku gelê me îro li herêmê bibe yek ji aktorê sereke, em sond dixun ku bîranînên şehîdên me, alaya vejînê ku me ji wan dewr girtiye, heta bi rizgariya gelê me hilgirin û wiha bidin jiyîn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
14'ê Tîrmeh derengiya şevê ev çalakiya ku yekîneyên taybet ên dijmin kiriye hedef û derbên giran li dijmin hatiye xistin, çalakiyeke serkeftî û taktîkeke çalakiyê ya mînak e. Demeke dirêj kontrolkirina dijmin û kontrolkirina hemû tevgerên wan, li qadeke ku dijmin bi xwe bawer bû li gel teknîka zêde jî derbên giran li dijmin hatiye xistin. Ev şêwaza çalakiyê ku kiriye ziyaneke mezin bigihije dijmin, şêwazeke li gorî rihê serdema nû yê gerîla ye.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Îlonê ku li zindana Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982'an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir ku ketiye salvegera 38'an. Di salvegera 38'an de em berxwedana 14'ê Tîrmehê û ruhê serketinê silav dikin, di şexsê afirînerên berxwedana mezin hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku di xeta berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê de li ser şopa şehîdên xwe yên leheng em ê ber bi serketinê ve bimeşin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Ruhê Berxwedana 14'ê Tîrmehê Wê Bibe Ruhê Serketinê Yê Dema Nû
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Çalakiya ku we di 30'ê Gulanê de li qada Tepê Hakan a navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî hêzên dagirker ên mêtingeriya Tirk bi rêbaz û taktîka xweberdana nava hêzên dagirker pêk anîn, çalakiyeke encamgir û serketî bû. Li qadeke ku dijmin lê ji xwe gelekî bawer bû û xwe lê ewle didît, çalakiya ku we di nava rojê de kir, ketin heta nava kozikên dijmin, çek ji ser wan rakir û bi rengekî serketî xwe vekişand, bû çalakiyek ku dijmin hejand.
- Ayrıntılar
