Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Hêzên mêtinger ên Tirk ku dixwazin çar aliyên welatê me dagir bikin, hewl didin li her derê rê çêbikin û bi vî rengî dagirkerî û serweriya xwe zexm bikin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Hêzên we yên eyaletê, roja 20'ê Gulanê li bajarokê Gurbûlak ê navçeya Bazîdê li dijî hêzên mêtingeriya Tirk ên bi navê JOH, çalakiyek serketî û encamgir kirin ku peyam da dost û dijmin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
1. 11'ê Sibatê saet 11:30'î hêzên me li dijî qereqola Şikêrê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Derbên xurt li nîzamiye û çeperên li nava qereqolê hate xistin, lê hejmara leşkerên dijmin ên hatin kuştin û birîndar bûn nehat tespîtkirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê derxist.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Li Colemêrg û Şirnexê Li Dijî Artêşa TC A Dagirker Çalakî
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
7'ê Kanûnê saet di 15:10'an de li dijî qereqola Çeperê Şêxa ya artêşa TC a dagirker ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê ye, hêzên me çalakiyek pêk anîn.
- Ayrıntılar
Devamını oku: li Çelê li Hemberî Artêşa Tirk A Dagirker Çalakî
Ji Çapemenî û Rayagîştî Re!
Roja 6'ê Kanûna 2017'an saet di 18:45'an de, li dijî kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji hewayê êrîşeke sûîqestê hate kirin. Ev êrîşa namerdî û tirsonekî li dijî bendeke yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hate kirin. Di vê êrîşê de şervanên leheng ên yekîneyên xweparastinê yên Mexmûrê hevalên Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûn.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Weke ku di daxuyaniyên me yên rojane de jî em didin, dewleta Tirk van rojên dawî êrîşên hewayî yên bi ser qadên ku ji cografyaya Başûrê Kurdistanê têne hesêbê, zêde kirine. Van 2 rojên dawî balafirên şer ên Tirk ne tenê qadên gerîla, qadên ku jiyana sivîl lê heye, mirovên sivîl tim lê dimînin, masiyan digirin û li bax, baxçeyên xwe dixebitin, bi zanebûn dikine hedef. Di encama vê de 10 mirovên me yên welatparêz şehîd bûne.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Artêşa TC’ê ya Dagirker Bi Zanebûn Li Sivîlan Dixe
