JI GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GIŞTİ RE!
Qehreman ew kes in ku; ji bo hebûna gelan bê mîsogerkirin û pêşeroja wan bê dîyarkirin di avêtina gavên şoreşgerî de pêşengtiyê dikin. Gel qehremanên ku ji bo wan fedekariyekî mezin kirine ji bîr nakin û her tim şopdariya wan dikin, bi vê awayî jî hebûna xwe mayînde dikin. Gelên ku xwedî li qehremanên xwe dernakevin mahkumê tunebûnê ne.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Fermandar Egîd, wê her tim bibe rêberê hemû Hêzên Parastina Gel
JI RAYA GIŞTÎ Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE!
Em cejna Newrozê ku roja rizgariya gelên bindest e, di despêkê de Ji Rêber Apo re ku gelê me ji tunebûnê xilas kir, û me gihand nirxên xwe, ji hemû malbatên şehîdan re, ji gelê me yê welatparêz re, ji dostên gelê me re, ji rêhevalên me re û hemû gelên ku baweriya xwe bi vê kevneşopiyê re tînin re pîroz dikin, şehîdên xwe yê nemir ku Newrozê gihandin wateya xwe ya rastîn di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Doxan de bi bîr tînin.
- Ayrıntılar
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE!
22’ê Kanûnê di hin organên çapemeniyê de nûçeyeke ku xwe dispêre rapora Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW), ku dihate gotin, HPG mirovên ku bi emrê xwe hê zarok in weke şervan di nav xwe de vedihewîne, bi taybetî jî zarokên Êzîdî yên li Şengalê ji bo perwerdehiyê dibe Qendîlê û li vir wan ji balafirên Tirk re dike hedef. Beriya her tiştê em dixwazin diyar bikin ku rêxistina mafên mirovan a weke HRW’ê ji senoryayeke wiha re - ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn e, bûye lîstik, em xemgîn bûne.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Em wekî HPG li gori peymanên ku me bi Banga Cenevre ve çekirîye, tevdigerin
Ji Raya Giştî û Gelê me yê Welatparêz re
Li 12 ê Kanunê evarê saet 19.30 an de li Amedê, balafirekî şer a tîpa F-16 a ku ji Baregeha Jet a navendî rabûbû û Kurdistanê bombebaran dikir ji alîyê tîma Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hate xistin .
- Ayrıntılar
Ji gellême yê walatparêz û raya giştî re!
Em 33’yemîn sala Pêngava 15’ê Tebaxê bi biryardariya xwe ya serkeftin û azadiyê pêşwazî dikin, di serî de Rêber Apo ku di pêşxistina vê vejînê de xwedî kedek mezin e, em Cejna Vejînê li tevahî gelê xwe, hevalên xwe yên li zindanan û tevahî sehayên têkoşînê û dostên xwe pîroz dikin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Xuya ye planên herî zexel û qirêj ên şerê psîkolojîk xistine dewrê. Me gelek caran dabûn xuyakirin, ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê dixwaze şer di navbera Kurdan de derxîne
- Ayrıntılar
Devamını oku: Dive Cerdewan Ji Bû Dewleta Tirk Nebin Dedektor
