HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Sozdar AVESTE

Bê guman teybetmendiyên  balkêş ê  Serokatî, hene lê belê yek ji wane jî herî zêde wisa ez bi bandor kirim û  heta niha jî dema tê bîra min  ez pê raman dikim û dibêjim: gelo ev teybetmendiyên Serokatî ji çi tên? Ewqas hesasiyet, ewqas deqîq bûyîn û li ser her tiştî hakim bûyîn.  Bi vê mînaka ku ezê bidim xuyakirin: mînakeke pir  balkêş e.  Serokatî dema ku  insanekî  bi dîta û pêre diyalok kiribane yan jî  di derheqî wî de nivîsek  bi xwenda  û raporek bi xwenda ew insane qet ji bîr nedikir, ango pir caran hevala jî digot û her  kesî  jî digotin: “Serokatî em ji bîr  nedikirin, tim di şopand û pirs dikir” gava merov  xwe  bi xwe  jiyan nekê merov dibêje: qey heval tenê dibêjin.

Sala 1991’an  serokatî  giropa me bi rêxist li  Lûbnanê ji cihê ekademiyê heta tepekî li ser riya Şam heye bi qasî 20 deqa dikşînê Serokatî  bi mere heta wê derê meşiye, di rêde diyalok bi mere dikir ji bone çiyê hezirî dikir, zoriyên çiyê çi ne? bi me dide naskirin û tiştê ku em dîqet bikin, mînak çawa mero pêl  meyînan neke ji ber ku gurûpa du mehe berî me  çûbûn  pêl mayînan kiribûn hinek heval şehîd  ketibûn û lingê hinek hevala jêbû. Behsa xwezayê kir. Em di  meha mijdarê  de bûn û giyayê payîzê nû bi nû derdike, lewra  Serokatî digot: neha  kivarkê payîzê derketine ez pir ji kivarka hezdikim eger hûn çûn û we dîtin hûnê bixwin deme we xwar, şûne min jî bixwin ango mero çawa dikare ji xwezayê sûd  werbigre û bikar bi xwezayê re yekbûnekê çêbike. Êdî di hatinê de  emê ji hev qut bibin me xatirê xwe ji hev xwest gurûpek hevalê dîtir jî bi mere bûn. Em hevalê jin tenê neh kes bûn, yek bi yek heval himêz kirin xatir ji wan  xwest û deme sira hate min Serokatî bi min re diyalok kir û  got: Biçe   li kurdistênê bigere piştî çar salê dîtir emê hevdû bibînin” tam 20 ê meha mijdarê bû me xatir xwestin û em ji ba Serokatî bi rêketin.

Êdî nav re sal derbas bûn. Hatine me ya çiyê  çar   sal temam bûn .Dema Serokatî wisa got ez jî li bendê bûm Serokatî gazî me bike, lê belê min ne digot  heman meh û heman rojê de wê gazî me bike. Dema çar salê me qediyan me jî digot wê Serokatî me bixwaze baweriya me jî hebû Serokatî  jibîr  neke û  difikirê em ji sala 1991’an heta sala 1995 li çiyê ne dibe ku Serokatî bang li me bike ji ber ku wisa ji mere gotiye .

Tam roja ku sal temam bibe  di 20’ê mehe mijdarê de, em li biryargehe YAJK’ê bûn li Zapê bûn wê çaxê hinek heval jî li cem Serokatî  hatibûn û li gel me bûn, çend hefte li ser hatine wan re derbas bûbû, di nava wan hevala de şehîd Aryan hebû û şehîd Dîlan hebû me bi wan re suhbet dikir wan jî got: Serokatî bi we  raman dikir, dibe ku demê pêş we jî bişînê, ji ber ku Serokatî tanî ser ziman zoriyên we kişandiye û we di biryargehê de jî zehmetî kişandiye.

Min jî  got hûn dizanin tam îro çar salê min temam bûn  Serokatî dema em şandin jî wisa ji min re gotibû. Hîne 5 deqa derbas ne bûbûn li ser gotina min re heval hatin xeber dane me û gotin wê Serokatî bi telefonê bipeyve ban we dike, dibêjê: bila êvarê bêne ber telefonê.

Em saet heftê êvarî çûn Serokatî bi telefonê axivî gotine yekem kir got: êdî zemanê we temam bû gurave xwe dewir bikin û werin. Tam di heman roj de Serokatî em xwestin, lewra ji bo min tiştekî pir bi wate bû.

Di 20’ê meha mijdarê de em  ji Lûbnanê derketin û 6’ê meha kanûnê em gihîştinbûn  Heftenîn, piştî çar sala di 6’ê meha kanûnê de em gihîştin Şamê Serokatî di wî zemanî de ne amede bû, piştre hat em nêzî çil hevalî bûn gurûpa me 38 heval bûn  û 2 heval jî ji Ewrupa hetibûn,em hemû ketibûn sirê emê êdî Serokatî bibînin. Serokatî sekinî bû em yek bi yek çûn ji bo em silav bidine  Serokatî. Serokatî  hertim xêr hatine gurupa dikir, ez hîne ber bi serokatî ve diçim çawa çavê wî  li min ket navê min got: ev çar sal çêbûn ma ne wisa ye Sozdar, careke din ez wisa hejiyam,bi rastî jî tam di zemanê xwe de gazî me kir. Ev nêzîkatiyên Serokatî her tim ez didam fikrandin, tiştê gotiye mutleka di piratîkê de şopdarê wê ye û berdewam dike .

Ez niha ketime sala 20’ê de roj bi roj ez vê mînakê tînim bîra xwe û ez tucarê ji bîr nakim .

Ew deqîq bûna Serokatî, hesasiyeta wî,ew nêzîk bûna wî û di wextê xwe de pêkanîn, tabî ji bo perwerde kirinê mînakekî herî balkêş  e .