HER TIŞ TÊ JI BÎRKIRIN LÊ ŞEHÎD TIM Û TIM DI DERYAYA DILAN DE LÊDIDE Û RASTIYA JIYANÊ DIEFIRÎN E
Jiyana gerîla jiyaneke tijî tekoşîn, berxwedan û gelek tiştên sosret yê ku nayên jimartin e. Carna jiyan ji tere pir zehmet û zor tê û car carnan jiyan ji tere dibe gul û gulistan lê li vê deveran jiyan di nava van çiyayan de xwedî wate û tamekî cudaye. Ji ber ku li vir her tişt bi kedê û xwêdanê tê bi dest xistin, herkes dike û hemû bi hevre dixwin, divexwin û jiyan dikin, tu cidabûn di navbera hevalan de nîne. Çiqasî ku her hevalekî ji cihekî hatiye û xwedî henek taybetmendiyên cudaye, lê tu dibêjê qey hemûkan ji nanekî xwarine. Lewma bi hevre di hindirê rihekî hevaltî de û bi hevre dijîn, hemû xwedî dilekî û fikrekî ku ji bo azadiyê hazirin di her dem û cihî de giyanê xwe hem ji bo welatê xwe û hem ji bo hevalê xwe fedabikin. Lê para herî mezin yê ku ev jiyan efirandiye û fikir û remanê taze daye avakirin û di hindirê giyanekî de aniye cem hev, ew jî rêberê gelê Kurd û mirovahiyê rêber APO ye, ew roja ku li ezmanê dilê bi milyonan ji gelê Kurd hilatiye û ji mere ev jiyana azad kiriye mal û em kirine însan û xwedî vîn û hebûnekî ku ji nû ve fêrî rastiya jiyanê bû ye. Cidayî wê dema mirov li xweşikbûna van xwezayan temaşe dike bi rastî weke buhişta li ser riwê erdê ji mirovanre tê xwiya kirin û çiqas mirov lê dimeyzêne jê têrnabe, ji henaseyên bayê wê yê paqij bigre heyanî çiyayê wê û ava wê ya zelal û xweş, ya ku mirov çiqa jê vedixwe lê jê têrnabe. Cidayî wê ji hemû cûreyên ajalan yê li vê derê bi mere û em bi hevre jiyan dikin bê ku ji me birevin ji çûk û bilbilan bigre heyanî Sivûrî û torîkan, ji ber vê yekê her tişt li vanderan wata xwe û tama xwe cudaye, ji xwarin xwarinkî bigre heyanî av vexwarinekî, heyanî şevê vêderê û rojê wê ji mirovanre weke ku tu li dinyayekî din be her tişt xwedî reng, deng û hebûneke cudaye. Ji be xweşî û rengîniya jiyanê li van çiyayan mirov bi derbasbûna roj, meh û salan nahise.
DILÊN KU BI HEVRE JI BO AZADIYÊ LÊDIDIN
ji her tiştî giringtir, yê ku vê jiyanê li van waran bi deng, reng û wate dikin, zarokê agir û rojê kulîlkê bax û bustanê azadiyê giyanê ku weke şaneyekî bi hevre bûye yek rih, dil û tim ji bo azadiyê lêdide û bê rawestandin. Di nava xweşikbûna van çiyayan de jiyan bi hilatina rojêre destpê dike û rengê jiyanê weke rengê rojê tim diçirise û tim xwe nû dike û rengê xwe di de her deverê cîhanê, hemû hevalê jin û hevalê xurt bi hevre jiyan dikin û tekoşîna wan bi hevre ji bo azadiya civakê û kesayetê tê meşandin hemû heval jî bi dilekî nizim pêdiviyên xwe yê jiyanê pêktînin, bê ku yek tahdahiyê an jî neheqiyê li yê din bike bi kesayetekî azad û serbixwe nêzîkî hev dibin û di deryaya cavê wan de çirûskên azadiyê tim tiçirisin û agirê Newrozê di hindirê dilê wan de tim li dar e. Lê bi ser dijminê hindir û yê ji derve ve xwedî biryarin û weke şûrê Zulfeqar bi ser de diçin bê rehim û texsîr, ne sir, seqem û ne teng û topê dijminan dikarin vîna wan ji bo azadiyê bihejînin û bi sînor bike.
DIYARIYA ŞEHÎD Û ŞOREŞÊ
Di nava jiyana Gerîleyan de jiyan bi hevre û bi hemû hêlê xwe ve tê parve kirin û her hevalekî ji berî ku bi xwe tenê bihizire, di destpêkê de li hevalê kêleka xwe hizire, ji xwarin û vexwarinê bigre heyanî xwe fedakirina ji bona hev. Ji ber vê yekê jiyana Gerîla ji her milê xwe ve tê heskirin û bi hemû zoriyên xwe û xweşiyên xwe mirovan dikşîna nava buhişta xwe ya ku mirov her tiştê xweş yê jiyanê tê de dibîne û ji her tiştê wê sûd werdigre. Mirov xwe li vanderan fêrî A, B ya jiyanê û azadiyê dike û mirov li van deran xwe hîsdike weke ku ji nû ve dayik bûye û çavê xwe li jiyanê vekiriy e. Her hrvalekî cihekî xwe yê cuda di nava vê jiyanê de heye û weke heleqeyan hemû heval hevdû temam dikin, ji ber vê yekê heval li van çiyan xwedî hest û remanê mezinin, ji ber ku rihê wan û dilê wan weke deryayan kûr û ferey ye.
Ji ber wê ji hevre dilê xwe vedikin û gelek caran diyariyan didine hev û hestê xwe bi hevre parvedikin, lê weke me ji were dayî xwiyakirin he tişt li vê derê xwedî wateyekî cudaye. Di be ku gelek caran di civaka sivîl de heskirî ji hevre diyariyan vedirêkin, herweha dibe ku hevalê hev ji hevre diyariya bişînin. Lê li van çiyayn û di nava vê jiyana azad de diyarî jî wateyekî xwe yê cuda heye di nva jiyana gerîlan de û bi taybet dema ku ev diyarî diyariya hevalekî şehîd be, ew hevalê ku hûn bi hevre dirazan û radibûn û hûn bi hevre ji bo jiyaneke azad tekûşînê didin meşandin, wê demê ev diyarî wê wata xwe gelekî cudabe.
Erê hevalno em bi hevre çîroka vê bîranînê xêzbikin li ser rûpelê dîrokê.
Hevalê Sedredîn Tac, bi navê nav Gerîla Çekdar.
Li Ferensa di sala 1984’ ran hatiye dinê û di sala 2003’ ya an de tevlî refê bizava rizgariya gekê Kurd bû bû, ew û hevalê Robar binavê din Ehmed Atêş, yê ku di sala 1977’ tan de li Mardînê hatibû dinê, di sala 2007’tan de li Amedê tevlî kerwanê şehîdên bê mirin bûm.
Wê demê ankû di sala 2005’an de dema ku hevalê Çekdar derbasî Amedê dibe, Seheta di dest xwe de diyarî di de hevalê Bawer; di wê navberê de dema ku hevalê Bawer di sala 2007’tan de derbasî Amedê dibe wê Sehetê diyarî dide hevalekî di nava refê Gerîlan de, ji xwe hevalê Bawer jî piştî demekî dema ku derbasî Amedê dibe di pevçûnekî de birîndar dikeve destê leşkerê tirkan de û neha ev Seheta ku diyariya şehîdekî û diyariya girtiyekî azadiyê ye li cem hevalekî Gerîleye û cihekî xwe yê cuda li cem vî hevalî heye û ev diyarî li cem wî bûye weke parçeyekî ji canê wî tucaran wata xwe wenda naka her ku dem sere derbas dibe hîn bêtir ev diyarî wata xwe zindî dibe weke hebûna şehîdan yê tim dijîn di dilê me de û tim bê mirinin.
Hamid Dêrik