HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji beriya her tişti em roja tekoşînê û berxedana jinen 8’e Adare û roja vejîna gelê me jî li te û hemû pakrewanên şoreşê pîroz dikin. Rêheval û fermandara me Heval NÛDA keça welatê rojê, rêhevala Mazlûm, Kemal, Berîtan û Zîlanan. Bê te cejna Newrozê pîroz kirin çiqas zor jî be, lê di roja 1’ê Nisanê de gîhiştina şahadetê bi xeml û coşa biharê re mirinê bê wate dike û jiyan kirinê mîsoger dike. Lewra tu jî bi xemla biharê re bi me re dijî û tu yê her tim jî bijî.

Bi Nisanê re ji nû ve destpêdike jiyan. Jiyan, xweza, mirov û tevahî zindiyen di gerdûne de dijîn xwe nuh dikin. Ji ber bihar bi taybet jî Nîsan mizgîniya biharêye, li welatê me ê ku roj lê naçe ava. Di bşharê de hemû şînahî û ax ji tirejên rojê hêz digirin û xwe xwedi dikin. Ji ber bi germahiya rojê re jiyan peyda dibe, ger roj nebe jiyan ji nabe.

Gelo ma tenê yek mirov çawa dikare van hemû bedewiyan di xwede bide jiyankirin? Lê ger mirov hêza xwe ji rojê bigire dikare jiyan jî bike û bide jiyan kirin jî. Reheval NÛDA jî yek ji van jinên pakrewane ku tenê hêza xwe ji rojê digire û dibe parçayek ji tirejên rojê.

Em dikarin bibêjin ku hevala NUDA yek ji parçeyên xwezayê ya herî bedew bû. Ji ber gelek ji xwezayê, bi taybet jî ji axê hezdikir. Ji ber vê heskirina xwe her tim pêre mijûl dibû. Mîna ku hemû hêza xwe ji axê bigire, bi heskirineke bêhempa û bi eşqeke mezin bi xwezayê re ango bi axêre mijûl dibû. Em dikarin bibêjin ku hevala NÛDA bi xwezayê re di nava ahengekê de bû. Lewra dema mirov jê hezbike û biparêze, xweza jî, ji mirov hezdike û di himbêza xwe de diparêze. Mîna dayikek zarokê xwe biparêze. Ji ber vê dayik xwezaye, ji me re. Hevala NÛDA jî, yek ji zarokên vê dayikêye. Zaroka dayikê xwe a bi coş û pak e. Hevala NÛDA ji ber xwezayê hesdike, ji mirovan jî hezdike û jê re rêz digire. Ji ber dizane ku hêza heri mezin mirov bi xwe ye. Ji ber vê bi hêza mirovan pir bi bawer bû û pir jî giring di dît. Tiştên herî baş û xweş para mirovan didît. Tiştên nebaş û xirab jî mîna îxaneta li cevherê mirovahiyê di dît û pêre tekoşîn dikir. Lê tevî van hemûya jî ji mirovan gelek hesdikir î pê re jiyan parvê dikir. Yek ji taybetmendiyên heval NÛDA yên sereke jî hezkirina kedê bû. Em dikarin bêjin kedkareke mezin bû hevala NÛDA. Di mijarê ji gelê xwe re xizmet kirinê de jî her tim peşengtî dikir û ev yek ji xwe re weke erkeke sereke didît.

Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de taybetmendiyên takekesiya civaka ehlaqî î polîtik bi rengeki heri baş jiyan dikir û dida jiyan kirin. Di jiyana xwe de jî xwedi sekneke bi çand û xwediyê exlaqekeki baş bû. Ji ber xwediyê van taybetmendiyan bû li derdora xwe de jî ev sekin dida avakirin. Ji bo vê em dikarin bibejin heval NÛDA navnişana çanda exlaqê şoreşgeriye. Her wiha heval NÛDA xwediyê kesayeteke pir paqij, durust û giredayi nirxandibû. Lewra Rêber APO digot “ NÛDA mina melekeyê”. Yani kesayetiya hevala NÛDA şibandiye kesayeta melekan. Tê zanin ku melek di navbera xweda û civakêde kesayetiya heri paqij qasidê xwedaye. Tiştên ku pediviyê civakê pê heye ku ji aliyê xweda ve tê gotin bi rengeki heri baş digihine civakê. Her wiha di kesayetiya melekan de  paqijî, girêdan û exlaqê baş di asta heri bilind de ye. Ji ber van taybetmendiyan civak ji wan bawer dike û wana mina temsila başî û  paqijiyê dibîne. Melek ne ji bona xwe ye, jibona civaka xwe ye. Di heman demê de kesayeteke xwe fedayê gele xwe kiriye. Tenê armanceke wê heye, ev jî, ji civak û mirovahiyê re xizmet kirine.

Dîsa di kesayeta hevala NÛDA  de hêza wateyê pir bilinde, wate dide her tiştî û  dixwaze her tiştî wate jê derxe. Ne pir gotin, jê re pir xizmet kirinê esas digire. Di vê wateye de kesayetiyeke çêkiri hevala NÛDA.  Mina Rêber APO jî dibêje “ya giring ew e ku mirov wateyê bide her tişteki”. Heval NÛDA jî ev rastî pir baş fêm kiribû. Ji ber vê jî rast jiyan kirin mîna pîvanekê digirt dest. Bi wate jiyan kirin nirxên mezin bi xwe re tine.

Her wiha hevala NÛDA parêzvana nirxên civaka Kurd e. Ji ber vê çendê derdikeve çiya di qadên herî dijwar de tekoşîne dimeşîne. Mîna jineke serhildêr di nava lêgerîna rastiya jiyana azad de ye. Ji ber vê di xeta parastina rewa de bi biryarbûn her ku diçe tekoşîna NÛDA xurttir dike. Bi taybet jî mîna jineke kurd derketina çiyan û tekoşina azadiyê bi rengeke heri dijwar meşandin bedelê gelek giran dixwazê. Bêgûman ji bona nirxên civaka bi exlaq û politîk bên parastin. Pêdivî bi tekoşineke dijwar a jinan heye. Ji ber afirinerê jiyanê jin e. Heman deme de jiyanê jî diparêze. Parastin jî hêz dixwaze. Navê wê yê din ji parastina cewheriye. Di heman deme de ji bona cewherê civakê bê parastin jî pewistî bi vê tekoşinê heye. Reheval NÛDA jî ji bona ev nirx bê parastin her tim tekoşîn da û ji vê tekoşinê re peşengtî kir. Mîna gerîllayeke jin jî dema li Zagros û Botanê bû li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşineke bê hempa meşand û li hemeberî xeta nijadperest û xiyanetkar li ser bingeha xeta parastina rewa tekoşîn kirin misoger kir. Bi coş û berpisyariyeke mezin tevgeriya, û rêhevalên xwe jî tevger kirin. Ji ber herî zêde mîna jin pêdiviya me bi xwe parastinê heye. Hevala NÛDA jî ev rastî mîna pîvan girt dest, wusa jî nezik bû. Ji bona mirov karibe bibe şervaneke xeta parastina rewa ango karibe bibe şervan û rêhevalê hevala NÛDA. Pewistî bi hezkirina çiya li hemberî hemû zor û zehmetiyan amade bûn bi rengeki bê hesap xwe feda yê gelê xwe kirin û di hêla birdozîde jî pedivî bi kûrbûn û lêhûrbûnê heye. Bi van taybetmendiyan jî li hemberî her rengê şerê taybet bi serkevin pedivî bi hişyariyeke mezin heye. Ji bona em serkeftina xwe misoger bikin jî pewistiya me bi her rengê xwe yê parastinê heye.

Mîna rêhevalên hevala NÛDA mirov dikare gelek tiştan ji bona heval NÛDA bêje û binivîsê. Lê ji pir tişt gotin zedetir bi heval NÛDA re jiyankirin bersivbûna herî raste. Di jiyane de ji jibona hevala NÛDA qanûna herî mezin jiyana azad bû. Lewra ji derveyî jiyana azad tu jiyan ji xwere qebûl nedikir. Hevala NÛDA di kesayetiya xwe de, li hemberî rastiya qomploya navnetewî di xeta Rêber APO de bilindkirina xeta berxwedanê û li dijî her rengê tesfiyekarî yê xurtkirina tekoşina partibûyinê daye jiyan kirin û ewê bide jiyan kirin.

Ger mirovek di kesayeti ya xwe de van hemû taybetmendiyan jiyan bike û bide jiyan kirin tiştekî em li ser zede bikin namîne. Ji ber van ji bona civakê erka xwe ya peşengtiyê pêk aniye. Mîna jin ji bona jina Kurd û jina Rojhilata Navîn bûye nasname û navnîşana jina leheng. Em jî mîna rêhavalên hevala NÛDA yên gerillayên jin ji bona ku em nikarin qasî ku tê xwestin jiyan nakin û nikarin bînin ziman. Em leborîna xwe ji hevala NÛDA û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê dixwazin. Lê em bi biryarin ku tekoşina azadiyê bibin serkeftinê û hevditinekê rast bi Rêber APO re saz bikin.

Hevala te yen Tekoşinê