HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Agir di civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku mirov bi îcada agir, ji tariyê derdikeve ronahiyê. Weke av û bayê, ew jî xwedî nirxekî mezin e. Ji ber vê yekê gelê Kurd di her pîrozbahî û şahiyên xwe de agir hildike û li dora agir dîlan û govendê digere. Ev jî nîşana kêf, şadî û bexteweriya ku gelê Kurd tê de jiyankiriye. Her weha navê Zerdeşt jî di nava civaka Kurd de xwedî cihekî pîroz e. Ji ber ku ew pêxemberê gelê Kurd û gelê Arî ye. Lewre gelek ciwanên Kurd navê wî li xwe kirine û xwestine ku bi hizr û hişmendiya wî ya mirovperwer bibin yek û bi felsefeya wî, xwe ji tariyê bigihînin ronahiyê.

Hevalê Zerdeşt jî yek ji van hewariyên wî, yên ku xwestine li ser şopa wî bimeşin û pêşengiya gel û mirovahiyê bikin. Her weha xwe ji vî gelî re bikin pir û mertal. Li gorî vê yekê, wî xwest ku vê rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj ji serdema dayiksalarî û çanda xwedawenda ya ku li gundan û di nava xwezaya pîr û pak de despêkiriye û bi berhemên dayikan xwe xemilandiye. Ji ber vê yekê berê xwe daye çiyayên ku mirovahî ji wê derê despêkirî. Lê vê carê wî xwe bi fikr û ramanê Zerdeştê hemdemî, Rêber APO û felsefeya azadiya mirovahiyê û xwezayê  amadekiriye. Rêwîtiya wî jî ji Çiyayê  Qereçox berbi Zagrosan ve, ango berû welatê agir û rojê  ve despêdike û xwe ji nû ve vedrêse.

Di nava refên şoreşê de tişta herî zor û zehmet ewe ku mirov ji hev qutbibe. Her çiqasî em ji vê yekê re nabêjin qutbûn, ji ber ku şehîd her tim di hizr û bîrên me de bê mirin in. Lê  dema mirov li ser jiyana wan dipeyîve an jî wan bibîrtîne, ji nû ve û weke şûna birînan, xwîn jê diherike û jandide. Lê heger mirov van şehîdên ku navê xwe li ser dilê milyonan kolane û bûne stêrkên geş li asîmanê welêt bi bîrneyîne, hîn bêtir jana van birînan mazintir dibe. Ji ber ku ew mirovên her gav zindîne, bê mirinin û gereke her gav werin bi bîranîn.

Hevalê Zerdeşt yek ji wan hevalên herî bêtir ku ez pê bandor bûm û di tevlîbûna min ya li nav refên PKK’ê de, xwedî roleke mezine. Di despêka sala 2003’ de hevalê  Zerdeşt û çend hevalên din derbasî milê Geverê bûn û bi qasî salekî wan hevalan xebat li wê derê dane meşandin. Rojek ji rojên despêka sala 2004’an û berbi derngiya şevê re ez li malê bûm, di wê navberê de yekî telefûn ji min re vekir û got: “em hevalin û dixwazin  te bibînin.” Lê ji ber ku dem derengbû û ji ber hinek tedbîran, min rabû hejmara telefûna dikanê dayê û min jêre got; sibe li ser vê hejmarê li min bipirse. Beriya ku ez bi wan re bipeyîvim û ji wan bawerbikim ku ew hevalin, min tedbîrên xwe girtin.

Di despêkê de şehîd Gever bi min re axivî. Li gorî ku ez piştre ji hevalan fêrbûm, hevalê Zerdeşt dixwest ku di despêkê de hevalê Gever bide axaftin. Ji ber ku ew demekbû têkiliyê gel û gêrîla ji hev qutbûbûn û heval nema dihatin wan deveran. Lewre gelê wê heremê zû bi zû bi her tiştê heyî bawernedikir. Li gorî vê yekê hevalê Gever axivî û ji min re got: “ez birazavayê te me”. Lê min ji gotina wî bawernekir û min jê re got; heger rastbe ka navê herdû birayên xwe yên mezin û yê navê bibêje. Ji ber ku dijmin jî gelek tiştên xirab bi navê gel dikirin û ev yek dibû sedem ku di nava gel de jî  bê baweriyekî wisa derkeve. Piştî ku me ji hevdû bawerkir, hevalê Gever got: “ezê kesekî rêkim cem te, ji bona ku tu pêre were gel me.” Di wê navberê de û hîn  demjimêrek derbas nebibû, min hew dît ku vaye  kesek hat û ji min re got: “ez hatime te bibim cihekî.” Bi vî awayî ez pêre çûm û me berê xwe da gundekî û em derbasî malekî bûn. Di despêkêde ez birim odeyekî vala, piştî wê bi demekî kin hevalê Gever bi tena xwe hate gel min. Lê dema ku hevalê Gever destê xwe berû min dirêjkir û xwest ku silavê bide, min destê xwe bi şûn de kişand. Ji ber vê yekê ew jî matmayî ma. Lê min pertekên xwe raberkirin û min jê re got: Ez çi zanim? Belkî tu reviyayî, belkî tu ji hevalan qutbûyî, wê demê ne ez destê te digrim û ne ez silavê didime te.

Dema ku min ev yek got: Wê gavê ew hîn bêtir şaşbû û hema ji hundirê odeyê derket û çû. Piştî derketina wî ji odê bi qasî du –sê xolekan, min hew dît ku sê – çar kes bi hevre derbasî odêbûn. Ew heval hemû jî niha şehîdketine, her çar hevalên ku hatîn gel min ev bûn; Hevalê Zerdeşt, Sînan, Bextiyar û hevalê Gever bû. Hevalê Sînan bi eslê xwe ji Batmanê bû û hevalê Bextiyar jî ji Wanê bû û dibû mirovê hevalê Ş. Qortayî. Ew her çar heval bi hevre derbasî gel min bûn. Naskirina me ya despêkê bi vî awayî bû.

Me li wê derê bi qasî demekî bi hevre danûstandin kir, pêwîstiyê wan yê heyî jî, me pêkanîn. Piştî wê ez û hevalê Zerdeşt û hevalê Gever ji wan hevalên din cudabûn û em çûn cihekî din û me nîqaşa xwe berdewamkir. Hevalan wê çaxê li ser pêngava 1’ê Pûşperê bi min re axivîn û hemû rexên vê pêngavê ji min re ravekirin û gotin; “pêwîst e ku em di 1’ê Pûşperê de çalakiyekê bikin.

Li ser vî bingehî  min ji wan re çar cihên ku mirov dikare li ser wan çalakiyê bike destnîşankirin. Li gorî vê heger ku yek ji wan nebe, me dikarî em li ser ya dîtir bikra. Lê min ji wan hevalan re da xuyakirin ku dem dernge û em nikarin pêre bighêjin ku çalakiyê bikin. Hevalan jî got; em pêşî biçin bibînin, piştî wê heger ku rojek du rojan çalakî dereng bikeve jî ne pirsgirêke! Bi vî awayî em çûn û me keşfa çalakiyê kir. Min ji dûrve ji wan re nîşanda, lê ew hîn bêtir nêzîkî cihê çalakiyê bûn û piştî wê bi demekî, me xatirê xwe ji hev xwest û min berê xwe da malê. Lê min ji wan re got; ezê sibe hîn bêtir keşfa wê derê bikim û ji bona ku bêtir bibe qelebalix, bi vî rengî emê çalakiyeke xweş bikin. Dema ku min derdorê cihê çalakiyê keşfdikir û bi qasî demekî ez ji wî cihî derbasbûm, min hew dît ku ew der tevlîhevbû û ji her deverê dengê çekan dihat. Li nêzîkî cihê çalakiyê, dawetek jî hebû, dema çalakiyê despêkir, qîrewîrê polîsan bi ser dengê dawetê diket. Tişta di wê derê de herî zêde bala min kişandî, ew bû ku, hevalan baweriya xwe nedane yekî ji me û ji bona xwe çalakî bingeh girtin. Bi rengekî ku min wisa hîskir, wan ez jî xapandim û çalakiya xwe kirin. Ji ber ku wan bi çend kêliyan zû dest bi çalakiyê kiribana, wê guleyên çekên wan li min jî biketana.

Bi wî rengî hevalan çalakiya xwe bi serxistin û di encamê de polîsek hatibû kuştin û dudu jî birîndar bibûn. Lê narinceyên ku hevalan avêtin di hundirê panzêrê de, neteqiyabûn, dema ku ew jî teqiyabana, encamê çalakiyê wê hîn mezintirbana. Çalakiyê bi qasî çend xolekan berdewamkir. Piştî wê bêdengî li her deverî serdest bû. Di wê navberê de û bi qasî demekî, piştî wê bêdengiyê, maşîneyên  leşkerî  ketin nava liv û tevgerê û rêyên çûyîn û hatinê li hemû taxan girtin. Lê cihê ku heval biçinê me beriya wê eşkere kiribû, ji ber vê yekê min dizanî ku wê heval biçin ku derê. Li gorî vê çendê emê çawa hevdû peydabikin, ev xal hemî, berî ku çalakî despêbike hatibûn zelalkirin.

Bi qasî demeke kin, min xwe mijûlkir û piştî wê ez ketim rê. Dema ku çalakî bi dawîbû, çend dayîkan deriyê xaniyê xwe vekirin, her weha ji yên ku di kolanê re derbasdibûn, pirsdikirin, çibûye çi nebûye? Hevalê Zerdeşt wê çaxê ji dayîkê re dibêje: “leşker û polîs bi nava hev ketine û di encamê de çawîşekî pispor û leşkerek, mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Wekî din jî tiştek nîne, hema derbasî hundir bibe û qet serê xwe bi van meseleyan nêşîne.” Piştî çalakiyê me hevdû dît û em bi qasî demeke dirêj bi hev re man û piştî wê  heval  ji herêmê derketin. Di despêkê de şehîd Sînan û Ş. Gever derketin û pey re jî Ş. Bextiyar û Ş. Zerdeşt çûn. Careke din şehîd Gever û Ş. Bextiyar zivirîn, dem êvarbû û hinek karê me jî hebû. Ji bona ku em keşf û amadekariya çalakiyên nû, yên ku milê wan yên teknîkî mabûn, bikin, em li benda fermana hevalan bûn. Di navberê de telefûn ji şehîd Gever re hat, yê ku pêre daxivî  jî şehîd Zerdeşt bû, min ji dengê wî zanî ku ewe; ji  hevalê Gever re got “pêwîste tu bi lez ji bajêr derkevî, ji ber ku ezê îşev bikevim bajêr.” Dema ku hevalê Gever xwest fêrî meselê bibe, hevalê Zerdeşt bersiva wî da û jê re got, “her tişt li ser telefûnê nayê gotin.”

Bi vî rengî hevalê Zerdeşt got: “hinek karê min bi qasî şevekî-dudiyan heye û jê wê de ezê ji bajêr derkevim.” Bi vî awayî hevalan xwe amadekirin û ji bajêr derketin. Ji ber ku hevalan mala me pir bi kar tanîn, şehîd Zerdeşt û hevalên ku pêre, ji bona cihê malê neyê naskirin nehatin mala me. Ez jî piştî wê zivirîm malê û sihara din jî ez çûme dikanê. Lê min pir mereqdikir ka mesele çawa bû, çi bû çi nebû? Di wê navberê de min hew dît yek ji wî cihê ku herdû heval, ango hevalê Zerdeşt û Heyder lê şehîdketîn hate gel me. Di wê şevê de her sê heval ketibûn bajêr, lê hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder, hevalê Sînan li cihekî din hiştibûn û wan herdûyan berê xwe dabûne cihê çalakiyê.

Ew kesê ku hatî, ji me re got: Me hevalê Zerdeşt bi çavan dît ku li ser maşîna leşkeran bû û ew berû baregeha leşkerî dibirin. Dema min ev yek bihîst ez pir şaşbûm û min xwest ku hîn bêtir ez meselê fêrbibim. Li gorî saloxa ku gihiştî destê me hevalan li gundê Wezîrava çalakî kirine. Di encamê de hevalê Zerdeşt û hevalekî din şehîd ketine û cenazê hevalan li maşîna leşkerî kirine û berû tabûrê birine. Piştî min ev mesele bihîst, min di cih de telefûn ji hevalan re vekir û ji wan re rewşa heyî da xuyakirin. Lê min ji wan re jî got ez rastiya vê meselê baş nizanim. Li gorî tişta min bihîstî ev e. Lê piştî demekê, hevalan bersivdan û gotin; raste, dibe ku heval li wê derê bin. Piştî wê em fêrbûn ku ew milîsê navê wî Hemze, yê ku bi me re kardikir, ewî bêbextî li hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder kiriye.

Her çiqas ez û hevalê Zerdeşt demekî kin bi hevre man, lê li gorî vê dema kin ya ku em bi hev re mayîn jî, min di kesayeta wî hevaltî û gelek taybetmendiyên cuda dîtin. Ji ber ku ew  li cihekî nedisekinî û her gav di nava liv û tevgerê de bû. Di demeke kin de cihê xwe di dilê hemû xelkên herêmê da çêkirin. Ji ber vê yekê şehadeta hevalê Zerdeşt pir bandorekî mezin li ser gel da çêkirin. Ew valabûna ji sala 1999’î despêkirî û heyanî salên 2003-2004 an berdewamkirî, hat dagirtin. Bi rastî bandoreke pir mezin li ser gel da çêkirin. Ji milekî din ve têkiliyên hevalê Zerdeşt bi gel re di asteke pir jorde bû û bandora wî pir li ser gel hebû.

Bi vî awayî ez dixwazim li ser bandora hevalê Zerdeşt ya ku li ser gel dayî çêkirin bi rêya vê bîranînê bi we re parvebikim. Li wê devera ku hevalê Zerdeşt lê şehîd ketî, dayîkek pîr hebû û ew jî pir bi hevalan ve girêdayî bû. Bi teybet bi hevalê Zerdeşt ve gelekî girêdayî bû. Ji ber vê yekê  dema ku hevalê Zerdeşt  diçe mala wê dayika pîr;di serî de gorên hemû hevalan bi kotekî ji lingê wan datîne û her yekî ji wan gorekî nû dide wan. Gora hevalê Zerdeşt jî li gel xwe dihêle û bi rengekî saxlem diveşêre. Di despêkê de min bi vê meselê nizanîbû, lê piştî salekî dudiyan, ango piştî şehadeta hevalê Zerdeşt, ez rojekî derbasî mala wê pîrê bûm, wê gavê ji nû ve ez bi vê meselê hisyam. Her çiqas ku ew gorê hevalê Zerdeşt yê ku wê pîrê hilanî, diryayî jî bû. Lê dema ku ez derbasî mala wê dayikê bûm, ji min re sendoqek vekir û di hundirê sendoqê de jî, girêdestekî pêçayî vekir, di hundirê wê de buxçikek tiştên wan yên taybet jî hebûn, di nava wê buxçikê de desmalek hebû, wê dayîkê goreya hevalê Zerdeşt kiribû di nava wê desmalê de.

Dema ku min ev yek dît, pir bala min kişand û min ji wê dayîkê re got: “ger ku goreyekî nû bana jî minê wate bidayê, lê te çima ev goreya qetiyayî rakiriye.” Lê dayîkê bersiva min da û got: “dibe ku ji bona te goreyek diriyayî be, lê ew li ba min xwedî wateyekî cudaye. Ji ber ku dema ez her roj vê desmalê vedikim û goreya hevalê Zerdeşt dibînim, wê gavê şehîd Zerdeşt tê ber çavê min û ez wî dibînim, mîna ku li gel min be.

Şehadeta hevalê Zerdeşt û hevalê Heyder di encama bêbextiyekî de, bandorekî mezin li ser gelê wê herêmê da çêkirin. Piştî şehadeta wan herdû hevalan, malbata hevalê Heyder hatin û cenazê hevalê Heyder birin. Lê cenazê hevalê Zerdeşt yê ku ji rojavayê Kurdistanê, bajarê Dêrika Hemko(gundê Qereçox) bû li wê derê ma û xelkê wê deverê lê xwedî derket û ew sipartin xaka pîroz.

Em bi qasî 28 kesî di merasîma definkirina cenazê şehîd Zerdeşt de amadebûn. Yek ji wan kesên amade jin bû û 27’ê din jî zilambûn. Ji me kesên ku li wê derê amade 14 kes katin dadgehkirin û 14 de jî bê dadgeh hatin berdan. Lê piştî wê eşkerbû ku dijmin li me jî digere. Ji ber vê yekê em jî piştî wê bi salekî derketin. Min wê çaxê ji xwe re digot qey bandora hevalê Zerdeşt tenê li ser gelê Geverê hebû, lê rojekî ez derbasî Bajarê Şeledizê bûm, yê ku dikeve Kurdistana Başûr û ez derbasî malekî Ertîfî bûm, ew malbat jî ji gundê Ertîf koçî wê derê bibûn, dema ku em di hundirê odê de rûniştîbûn, di wê navberê de zarokek li wan derdoran ji xwe re dileyîst, min ji wî zarokî pirsî ka were gel min, navê te çiye? Lê hew min dît bapîrê wî bersiva min da û got: Navê wî Zerdeşt e. Min got mamo xêre çima navê wî Zerdeşt e! Ji min re got bira, dev ji vê meselê berde ev meselekî dûr û dirêj e. Piştî wê ji min re got: We geveriyan îxanet li Zerdeşt kir û we nekarî ku hûn wî biparêzin û we da kuştin.

Ji ber vê yekê û piştî ku hevalê Zerdeşt şehîd ket, her çiqasî em misilmanin jî, lê ji ber ku bandorekî wî li ser me hebû, min navê wî li neviyê xwe kir. Wî kalî stranek jî li ser havalê  Zerdeşt çêkiribû. Min jê birsî ma te ew nasdikir? Wî ji min re got; tenê min sê - çar caran dîtibû û me du caran bi hevre suhbet kiriye. Lê wî bandorekî mezin li ser min da çêkirin. Kalo dest bi strana xwe kir û di hundirê strana xwe de jî behsa çiyayê Cîlo û Çarçêla jî dikir. Ji milekî din ve jî behsa îxaneta di hundirê Geverê de, ya  ku  hatî kirin û ji ber vê yekê jî çiyayê Cîlo û Çarçêla ji Geverê dixeyidin û jêre digotin we hevalê Zerdeşt neparastiye.

Her çiqasî ez û hevalê Zerdeşt demekî ne dirêj jî bi hev re man, lê piştî şehadeta wî û bandora ku li ser gel dayî çêkirin, vê yekê li ser min bi taybet jî, bandorekî mezin da çêkirin û min rastiya kesayeta wî ji bandora ku li ser gel dayî çêkirin hîn bêtir naskir û ez dikarim bibêjim ku tevlîbûna min ji nava refên PKK’ê re jî bi bandora şehadeta hevalê Zerdeşt bû. Ji ber ku wî bi jiyan û kesayeta xwe ya berxwedêr heyanî roja ku şehîd ketî jî, bandorekî mezin li ser gelê Geverê hemûyan da çêkirin. Ji ber vê yekê gelekan li ser wî stran û helbest hûnandin. Yek ji van kesên ku helbest li ser hevalê Ş. Zerdeşt hûnandî navê wî Newzed bû. Ewî li ser hevalê Zerdeşt û bi taybet li ser gundê Wezîrava, yê ku hevalê Zerdeşt li wê derê şehîd ketî, helbestek hûnandibû û di helbesta xwe de weha dibêje:

Ey Wezîrava

Îşela tu xerabibî û tucaran nebî ava

Keçê te xêliyê xwe girênedin

Û

Xortên te nebin zava.

Reşo Gever