Li mêrdînê zarokek hate dunyayê li ser qêrîna Agîd an navê wî bu Agîd li azmanan sterkek gêş bu bi kenê Agîd’an li çîya gelek şîn bu bi xwina Egîdan gabar bi hesreta hatina Egîdan. Bi rastî jî dema ku ez pênûsa xwe bi destê xwe digrim û ez dixwazim li ser heval Egîd binivîsim, ez pir zorahî dikşînim û ez dihizirim bi çi awayî li ser vî hevalî binvîsim û ji kûderê dest bi nivîsa xwe bikim. Ango ez ji zaroktiya wî destpêbikim, an jiyana wî ya gerîlatiyê û berxwedana wî ya bêhampa bînim ser ziman. Ji ber ku jiyana wî hevalî hemû bi bîranîn û serpêhatî û bîranînan dagirtî ye. Ji ber ku heval Egîd hemû taybetmendiyên milîtanê PKK’ê di hindirê kesayeta xwe de dabû çandin û di rastiya Jiyanê de xwedî coş û heyecaneke bê sînor bû. Dema ku heval Egîd tê dunyayê navê hevalê Egîdê mezin radike û li ser wî navê armanc û xeyalên xwe dide avakirin û ji bona ku mirov bibe rê hevalê Egîd, pêwîst e ku xwe bighîne çiyayên azad û di nava refên gerîla de cihê xwe bigre. Sala 2009 an ez û hevalê Egîd di yekîneyekî de bûn û di nava hemû hevalan da, hevalê Egîd ji minre pir cuda dihat. Ji ber ku min di şexsê wî de dît ku ev heval bi dil û mejiyê xwe bi serok APO re girêdayîbû û di lêgerîna heqîqet û tekoşîna azadiyê de xwedî biryar bû û ji bona ku xwe bigîhîne rastiya serokatî û hevaltiya PKK’ê.
Ez û hevalê Egîd demekî dirêj bi hevre man û me bi hev re gelek guftugo pêşxistin û ji van gotûbêjên ku di navbera me de pêşketîn, herî tişta ku bala min dikşand ew bu ku wî digot (ez naxwazim piçûk jiyan bikim). Bi rastî jî dema ku mirov rastiya jiyana hevalê Egîd di ber çavan re derbasdike. Mirov cewherê kesayeta PKK’ê birengekî ber biçav didît. Ji ber ku ew mîna avzêmekî bê sînor diherikî û tu caran li paş xwe ne dimeyîzand û ji bona xwe tu sînor nasnedikirin. Ango ew mîna kaniyekî zelal bû û her dem xwe nûdikir.
Hevalê Egîd xwedî kesayetiyekî serkeftî bû û di hemû xebatên xwe de tucaran ji bona xwe binkeftin nedipejirand. Bi rastîjî hevalê Egîd hevalekî pir jîr û bedew bu hertim rukenbû. Ji bona vê yekê heskirina xwe di dilê hemû hevalan da dida avakirin. Herwiha hevalê Egîd demeke pir dirêj li gel hevalê Bahoz dimîne û piştre biheyecanekî pir mezin cihê xwe di nava yekîneyên bakur de digre. Ji ber vê yekê dema ku dikeve li ser riya bakur, mîna ku ji nûve were ser rûyê dunyayê, wisa kêfxweş dibe. Hemû xwesteka wî ew bû ku cihê xwe li qada Gabarê bigre û layiqê navê hevalê Egîd be. Li ser vî bingehî hevlê Egîd dixwaze ku tekoşîna hevalê Egîd (mehsûm Qorqemaz) di qada Gabarê de dayî destpêkirin, û nîvçe mayî berdewam bikê û mîna şagirtekî wî erk û pêwîstiyên heyî bi cihbîne.
Lê ev daxwaziya wî bi cih nayê û heval wî ji nava yekîneya ku derbasî bakur bibe dertêxin û wî li qada Heftenînê dihêlin. Bi vî awayî hevalê Egîd pir bi vê yekê têşe û xemgîn dibe. Di zivistana sala 2010’an da û piştî ku me perwerde xilas kir hevalê Egîd û hevalê Akîf ji bona çandina mayina li ser lûtkeyên sînorê Heftenîn û Botanê, têne bi erkirin. Li ser vî bingehî û dema ku dixwazin li ser girê (wacib) mayina xwe bi cih bikin, mayîna wan bi wan de diteqe. Hevalê Akif di heman demê de şehîd dikeve û hevalê Egîd jî ji ser hişê xwê diçe. Piştî rojekî dema ku heval xwe dighînin hevalê Egîd, dibînin ku serê wî li ser singa hevalê Akîf bû. Lê hevalê Egîd dema ku bi ser hişê xwe ve hat, heme pirsa hevalê Akif kir, ji ber ku ew pir bi hevalê Akif ve girêdayî bû û ew girêdana ku di navbera wan de dibû neden ku hevalê Egîd êşa çavê xwe yê ku wendakirî ji bîrbike.
Hevalê Egîd di wê Zivistanê ku berf heyanî kabê bariyabû, şerê mirinê dikir û ji bona efrandina jiyana azad bi hemû hêza xwe li ber xwe dida û ji bona Buhareke pîroz xwe amede dikir. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku ev biryar û vîna ku li cem hevalê Egîd peyda dibû dibû çavkaniya coş û heyecana hemû hevalan. Ango hevalê Egîd qada Heftenînê ji nû ve bi xwîna xwe xemiland û ji nû ve ew gula ku hevala Viyan bi agirê canê xwe avdayî hîn bêtir şîn bû û ronahiya xwe dighande her deverî. Ji ber vê yekê bi hatina demsala Buharê re her tişt geş bû û Gabar li benda hatina Egîdan dima. Ji lewra dema ku te li ezmanan dimeyzand, stêrkeke geş li ezmanan diçirisî ew jî stêrka hevalê Egîd bû û li benda hatina Egîdan bû.
Erê hevalê Egîd evîndarê Gbarê û rêwîyê roja naçe ava, emê hesreta te ya azadiyê ya ku di nîvî de mayî bi cih bînin û emê li ser çîyayê Gabarê navê te bi tîpên zêrîn xêzbikin û destana berxwedana te ji şervanê Gabarê re bikin çîrok û emê bibêjin Egîd bû rêwiyê rêka dûr zarokê mezopotamiya û hîlala zêrîn, lêgerînvanê haqîqet û jiyana azad bû. Ew pakrewanê azadiyê bû lehengê Heftenînê yê ku nayê ji bîrkirin û rê hevalê Hevala Viyan, Engîzek, Rêber, memo û Akifan bû, wî bi dilê xwe yê şad û bi hevaltiya xwe ya bê qisûr û sînor cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê her hevalekî de da avakirin û ji hemû hevalan re bû cihê serbilindî û şanaziyê. Ji bona vê yekê em weke rê hevalê hevalê Egîd careke din wî bi bîrtînin û soza xwe li beremberî hevalê Egîd û hemû şehîdên şoreşê û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. li belê heval 26 meha tê nez dibê yanê salvegera şahadete da ji dilê min hat ku ez vê yazîyê li sertê binivîsim ji bona ku ez bi karibim roja şahadeta tê wek rojek pîroz û berxwedanî bi bîr bînim û ji bona ku her kes jî bi vê çavê lê bimêyzinê.
Arîn