HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 20'ê Tîrmehê de di saet 19.10'an de li navçeya Cizira Şirnexê li nêzî Girê Şerefiyê yê bi ser Gabarêye di navbera gerîlayên me yê YJA Starê û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye . Di encama vê pevçûnê de leşkereke dijmin ji aliyê me ve hatiye kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora pevçûnê bi hewan û obusan hatiye bombekkirin.

2. Di 21'ê Tîrmehê de li nêzî Gundê Bunusra yên bi ser Çiyayê Gabarêye 3 gundiyên ji bo deşîfrekirina baregehên gerîlayên me derketine bejahiyê ji aliyê gerîlayên me ve hatine binçavkirin. 3 gundiyên li ser navê nêçirvaniyê ketine herêmê piştî lêpirsînên wan bi dawî bûye û hişyariyên pêwîst hatiye kirin, bi şertê nedubarekirina sûcên xwe serbest hatine berdan. Herweha gerîlayên me dest daniye ser 3 tifinga bi pompe.

3. Di 21'ê Tîrmehê de di saet 17.00'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li nêzî Gundê Bedewê Selman Ozkanê bi dijmin re hevkariyê dike û riyên bi armanca leşkerî saz dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.

4. Di 21'ê Tîrmehê de di saet 16.00'an de li Colemergê li Geliyê Lewînê sercerdewanê Gundê Nîsê yên bi navê Esat Farûk ji ber sûcên bi wesayita xwe ya sivîl alav û leşkeran veguheztiye û ji ber sîxuriyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Wesayita wî ya alav û leşker jî veguheztiye bi şewitandinê hatiye rûxandin.

5. Li navçeya Xozata Dersimê li hin gundan yekîneyeke kontra yên ji 5 kesan pêk tê ji bo komkirina îstîxbarata di derbarê gerîlayên me de digerin. Herweha bi heman armancê di navbera Alîbogazi û Xozatê li herêma daristanê de cîhazên termal ên bi enerjiya rojê dixebite hatine bicîhkirin.

6. Li navçeya Kaxizmana Qerxê li dijî Şaxyolu, Kaniya Qerenfîla, Gola Qezax û Delî Zozan ê bi ser herêma Çemçêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi yekîneyên veşartî hewldanên kemîn vedan û keşfê tên meşandin.

22 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê