Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Tîrmehê de di saet 07.30'an de li navçeya Mazgirta Dersimê kemyoneke ji qereqola Veryanê re alavên leşkerî û erzaq dikişande ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi daxistinan ve operasyona li herêmê hatiye destpêkirin danê êvarî paş ve vekişiyaye.
2. Di 22'ê Tîrmehê de di danê nîvro li navçeya Gevera Colemergê li herêma Geliyê Dostkî li dijî herêmên Gilort, Şatûxa, Serengê û Şehîd Serdarê ji aliyê artêşa dagirker ve operasyonek hatiye lidarxistin. Di saet 16.30'an de helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li herêmê daxîne ji aliyê gerîlayên me ve bi lêdanê hatiye xistin. Di encama xistina helîkopterê de 8 leşker hatiye kuştin, 7 leşker jî birîndar bûye. Operasyonên li herêmê hîn jÎ berdewam dikin.
3. Di 22'ê Tîrmehê de li navçeya Gevera Colemergê li nêzî qereqolaŞitazan di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 3 leşker hatiye kuştin 15 leşker jî birîndar bûye.
4. Di 23'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Elbaka Wanê li nêzî qereqola Dirêjkê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pêvçûnê de 2 leşker hatiye kuştin.
23 Tîrmeh 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'Ê