HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Ji 18'ê Tîrmehê û vir ve him bi roj him jî bi şev bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêmên Çiyareş û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tên bombekirin.

2. Di 18'ê Tîrmehê de li navçeya İslahiya Dîlokê li dijî şantiyeke şîrketê ya riyên bi armanca leşkerî çêdike ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 dozer, 2 kemyon û traktorek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.

3. Di 19'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-22.30'ân de di navbera navçeya Şaxa Wanê û Berwariya Sêrtê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin di wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û ji gel re jî di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.

4. Di 20'ê Tîrmehê de di saet 17.40'an de li Osmaniyê li derdora gundê Cebelê di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de 2 leşker hatiye kuştin. Dijminê bi helîkopterên skorskyan kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr xistiye. Operasyona di li herêmê hîn jî di navbera Osmaniye û navçeya Hasanbeylî hîn jî berdewam dike.

5. Di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Dihê ya Sêrtê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên li herêma Mişarê derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna di saet 12.00'an de qewimiye 2 leşkerên dijmin hatiye kuştin, hejmara birîndarê wan jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterêm kobrayan li dijî herêma Sûskê ya bi ser Mişarêye hatiye bombekirin, di encama bombebaranê de li herêmê şewat derketiye. Şewata li herêmê hîn jî berdewam dike. Piştî bombebaranê de dijmin hêza xwe, kuştî û birîndarê xwe bi helîkopteran ji herêmê dûr xistiye.

6. Di 20'ê Tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Şaxa Wanê li dijî Muduriyeta Emniyetê û nîzamiya wê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 polîs hatiye kuştin, polîsek jî bîrîndar bûye.

7. Di 20'ê Tîrmehê de di saet 23.00'an de li Mêrdînê di navbera navçeyên Mahsertê û Midyadê li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de şewata di lûleyan de destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

8. Di 20'ê Tîrmehê de di saet 20.00'an de li navçeya Qisleya Dersimê li dijî paleyên Hakîs, Mala Xebat û Hingirvanê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

9. Di 20'ê Tîrmehê de li navçeya Qilbana Şirnexê li ser xeta sînor li di navbera 2 helîkopterên kobra û skorsyek ên xwestine sînor derbas bike û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de helîkopter naçar maye peş de vekişe. Piştî pevçûnê artêşa dagirker a tirk li dijî herêmên Şehîd Kendal û Deriyê Dawetiya bi hewan û obusan hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.

10. Di 18'ê Tîrmehê de li navçeya Qisleya Dersimê ji aliyê artêşa dagirker a tirk şewata li daristana Deşt hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.

21 Tîrmeh 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê