Ji çapemenî û raya giştî re!
Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de meha Adarê xwedî wateyek bê hempa ye. Hefteya Qehremantiyê ya 21’ê Adarê-28’ê Adarê bi wate dibe, çandek, bawerî û girêdanbûnek nû ya berxwedanên destanî derbasî rûpelên dîrokê dike derxistiye holê . Em 5 hevalên xwe yên di vê meha destanî ya dîroka me de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin, xwedîderketina li sekn û meşa wan a di têkoşîna me de wê bibe wezîfeya me ya herî esasî.
Hevalê Mazlûm ê li malbat û derdorek welatparêz mezin bûye, di Tevgera me ya Azadiyê de wezîfe û berpirsiyartiyên girîng girtiye ser xwe. Hevalê Mazlûm di nav hevrêyên me yên mînak ên ku wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi awayekî zane, bi biryar û bi coş bi cih tîne cihê xwe girtiye. Bi tarzekî encamgir ên li seheyên pratîk û qadên wezîfeyê Hevalê Mazlûm ku bi ezmûnên girtî bi awayekî lez pêşketin bi dest xist,di meha Adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama qirîza dil de tevlî karwanên şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûye.
Nasnav: Mazlûm Artos
Nav paşnav: Tanjû Taylan
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik û bav: Dîlver - Rifat
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
4 Gerîlayên Me Lı Qada Sînor Wezîfedar Şehîd Ketîn
Hevalên Çiya Amed (Mehmet Şefik Demir), Haki Karer (Azad Ozçelikbaş), Serdar Botî (Abdûllah Dûrû) û Şahan Kobanî (Harun Perçin) yên di salên dawî de tevlî têkoşîna me bûn, wek pêşengên ciwanên bi bawerî, bi biryar û berxwedêr ên ku welatparêzî li Kurdistanê wek çandek nû mezin dike, di nav refên gerîla de cihê xwe girtin.
Hevalên me yên li dijî kesên ku her cure zilmê li Kurdistanê li ser gelê me û li ser tevahî gelan pêk tînin, li hember êrîşên herî hovane yên faşîzmê biryardariya avêtina mêtingeriyê bi ruhekî vediguherîne têkoşîn û şer, di dema vê têkoşîna bi îdîa de gihiştine şehadetê.
Agahiyên nasnameyên gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Çiya Amed
Nav paşnav: Mehmet Şefîk Demîr
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Dayik û bav: Hasret - M. Faysal
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Hakî Karer
Nav paşnav: Azad Ozçelîkbaş
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Dayik û bav: Şerîfe - Abulhalûk
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Serdar Botî
Nav paşnav: Abdullah Dûrû
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik û bav: Hatîce - Hacî
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Şahan Kobanê
Nav paşnav: Harûn Perçîn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik û bav: Kûdret - M. Şîrîn
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Em 5 hevalên xwe yên bi şîara jiyanek bi Kurdistanek Azad û Rebertiya Azad re kîlît bûne, hezkiriyê azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin, em careke din soz didin ku em wezîfeya pîroz a dewrî me kirine em ê bigihînin serkeftinê.
30 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG