Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 28’ê Adarê de saet 08.30’an dema otobusek jendermeyan ji Qereqola Mizarê ya girêdayî navçeya Sêwereq a Riha’yê diçû Sêwereg’ê, yekîneyeke gerîlayên me li hember vê otobusê çalakiya sabotajê li dar xistin . Di vê çalakiyê de 4 jenderme hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Gelek ambûlans hatin cihê bûyerê, mirî û birîndarên xwe rakirin.
Piştî bûyerê yekîneya me ya gerîla bersiv da êrîşa ji wesayîtekê, di encama vê de qasî hate hînbûn kesekî keye di şer de miriye.
Helîkoptera Kobra Neçarî Vekışandınê Bû
Di 31’ê Adarê (îro) de saet 09.00-10.00’an 3 helîkopterên Skorsky bi piştgiriya helîkopterên Kobra hewldan li girê Şehîd Zerdeşt ê girêdayî qada Oremar a li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê leşkeran deyne. Helîkopterên Kobra yên nêzî girê Şehîd Gafûr bûn, ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Li ser vê helîkopterên Kobra neçarî vekişandinê bûn.
Lı Amedê Lı Ser Leşkerên Derketın Operasyonê Çalakî
Di 29’ê Adarê de artêşa Tirk ji ser rêya Amed-Çewlikê leşker danîne derdora gundên Qilêdan û Motkayê, dest bi operasyonê kirin. Di 30 ê Adarê de hêzên gerîlayên me li hember komek leşkerên TC yên ji 10 kesan pêk dihatin, li girê gundê Markê yê girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê çalakiyek li dar xistin û leşkerek hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Kobrayan Lı Çıyayê Herekolê Dan
Di 30’ê Adarê de saet 11.00-12.00’an helîkopterên Kobra li qûntarê çiyayê Herekol ê li Şirnex’ê dan.
Balafıran Lı Garê Dan
Di 31’ê Adarê (îro) de saet 10.00-11.00’an balafirên şer ên Tirk derdora gelek gundên girêdayî herêma Garê ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Derdora Gundê Avê, Çemankê û Kanî Masî ya girêdayî mintiqa Çemankê bi awayekî dijwar hat bombekirin. Di van bombekirinan de ti windahiyên can çênebûn, rez û baxçeyên gelê herêmê zerar dîtin.
31 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG