Ji çapemenî û raya giştî re!
Çalakî di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de li ser navê şehîdên berxwedana Sûrê ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Şevger hat lidarxistin.
Li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li Kurdistanê, gerîlayên me li hember polîsên tîmên taybet ên li navçeya Rezan a Amed’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;
Di 31’ê Adarê de saet 17.00’an li zîviroka otogarê ya li taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amed’ê, Tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Şevger li hember konvoya polîsên tîmên taybet çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de otobus bi temamî hat îmhakirin, 17 polîsên tîmên taybet jî tê de hatin kuştin, 13 polîsên tîmên taybet birîndar bûn. Her wiha wesayîtek zirxî ya Akrep jî di astek girîng de îmha bû. Di wesayîtê de her çiqasî hejmarek zêde mirî û birîndar hebin jî hejmar nehat zelalkirin. Ev çalakiya di şexsê Şehîd Çiyager û Şehîd Mordem de li ser navê şehîdên berxwedana Sûrê pêk hat. Medyaya şerê taybet a Tirk da xuyakirin ku 7 polîs miriye û bi vê hewl daye ser windahiyên xwe yên rastîn binuxumîne.
Operasyona Lı Bazîdê Bê Encam Ma
Di 24’ê Adarê de artêşa Tirk yekîneyên veşartî yên ji 20 kesan pêk dihatin li girê Kader Çavûş, Kirê Demîrkapi û gundê Ce Hukumetî yên girêdayî navçeya Bazîd a Agiri’yê bi cih kirine, dest bi operasyonê kirine û kemîn danîne. Ev operasyon di heman rojê de bê encam vekişandine.
Di 26’ê Adarê de artêşa TC li bejahiya gundê Çîtlîk ê girêdayî Bazîd’ê dest bi operasyonê kiriye. Di heman rojê de operasyon vekişandine.
Lı Şırnexê Êrîşa Helîkopteran
Di 31’ê Adarê de saet 21.00-22.00’an 2 helîkopterên Kobra li qadên Basret û Spîviyan ên girêdayî Şirnex’ê dan.
Lı Hember Oremarê Êrîş
Di 31’ê Adarê de saet 14.00-15.00’an 2 helîkopterên Skorsky bi piştgiriya 2 helîkopterên Kobra ve li derdora qada Şehîd Zerdeşt a li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê leşker danîne. Dema danîna leşkeran de helîkopterên Kobra li girê Şehîd Gafûr dane. Her wiha qereqola Oremarê jî bi obus û hewanan girê Şehîd Gafûr bombe kir.
Di 31’ê Adarê de saet 16.00-18.00’an gelek leşkerên ji qereqola Sîlor a li xeta sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê li zozana Xapûşkê bi cih bûne.
Lı Hember Herêmên Parastınê Yên Medyayê Êrîş
Di 1’ê Nîsan’ê de saet 08.30-09.00’an balafirên şer qada Çemço ya girêdayî herêma Zap’ê ya Herêmên me yên Parastina Medyayê bombe kirin.
Di 31’ê Adarê û 1’ê Nîsanê li ser Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê gelek tevgera balafirên şer û pêgerên hewayî yên keşfê çêbûn.
Di 31’ê Adarê de saet 11.00-17.00’an qereqola Serê Sevê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê; qada Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zap’ê bi obus û katyûşayan bombe kir.
1 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG