HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 1'ê Nîsan’ê, de artêşa Tirk bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danî qada Kula ya li herêma Çemçê ya navçeya Qers Qaqizman’ê û operasyon da destpêkirin . Operasyona danê sibehê destpê kir, danê nîvro bi awayekî bêencam bi dawî bû.

Di 30'ê Adarê de, yekîneyên veşartî yên artêşa TC, li qadên Demîr Kapi û Birnê Ruot yên navçeya Agirî Bazîd’ê derketin operasyonê. Operasyon di roja 31'ê Adarê de bi awayekî bêencam bi dawî bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, artêşa TC ev 2 roj in li bejahiya navçeya Agirî li Tendurekê operasyon daye destpêkirin.

Lı Zap Û Şemzînanê Bomberdûman

Di 1'ê Nîsan’ê de saet di navbera 18:00-18:30 de balafirên şer ên artêşa TC qada Çemço ya Zap’ê, saet di navbera 18:00-19:00 de jî Girê Sor û qada Govendê ya Avaşîn’ê bombe kirin.

Di 1'ê Nîsan’ê de saet di navbera 13:00-14:00 de 2 helîkpterên bi tîpa Kobra qada Xapuşkê ya li navçeya Colemêrg Şemzînan’ê, Dola Simakokê, bejahiya gundê Bizertê û qada Govendê bombe kirin. Di heman demê de helîkoptereke bi tîpa Skorsky û bi desteka helîkoptera bi tîpa Kobra leşker danî qada Xapuşkê.

2 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG