HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Bi hatina mehên Biharê re hêzên gerîlayên me li hember qetlîamên artêşa Tirk a faşîst û dagirker li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyeke berfireh li dar xistin.

Di 1’ê Nisanê de saet 23:40’an hêzên me yên gerîla li hember Şaxa Leşkeriyê ya li navçeya Qoser a Mêrdîn’ê çalakiyeke berfireh a bi wesayîtek bombarkirî ya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de avahî û  3 nuqteyên nobedê hatin hilweşandin, li gorî agahiyên ketin destên me nêzî 30 ambûlansan ji bo mirî û birîndaran ji cihê bûyerê rakin hatin. Mirî û birîndarên  xwe rakirin Nexweşxaneyên Qoser, Mêrdîn , Amedê  û artêşa TC nexweşxaneya Qoserê vala kiriye. Di vê çalakiyê de bi dehan leşker hatin kuştin û 25 leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên berxwedanê yên li bajarên Kurdistanê şehîd ketine li hember artêşa TC hate lidarxistin.

Lı Hember Tabûra Gırê Cotyar 2 Çalakıyên Sekvanıyê

Di 3’yê Nîsanê de saet 13:30’an hêzên gerîlayên me li hember Tabûra Girê Cotyar 2 çalakiyên sekvaniyê li dar xistin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên derdora herêma Gabar’ê qada çalakiyê bi obus û hewanan bomberdûman kir.

Lı Gundê Tıledax Ê Lîcêyê Lı Hember Çeperên Leşkeran Çalakıya Bı Roketavejan

Di 2’yê Nîsanê de li gundê Tiledaxê yê navçeya Lîcê ya Amed’ê saet 18.00’an hêzên me li hember çeperên leşkerên Tirk bi roketavêjan û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker birîndar bûn û arteşa Tirk birîndarê xwe bi wesayîtên zirxi ji qadê derxistin. Piştî çalakiyê hêzên arteşa Tirk qada Sirtê Dizênê da ber hawan û obûsan.

Lı Gundê Qıledanê  Lı Hember Çeperên Leşkerên Tırk Çalakî

Di 1’ê Nîsanê de li gundê Qiledan ê li ser Rêya Amed-Çewlikê ji aliyê hêzên me ve li dijî çeperên leşkerên Tirk çalakîyek hat lidarxistin. Têkildarî kuştî û birîndaran ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê leşkerên Tirk qada çalakiyê bombebaran kirin.

Lı Bedlîsê Şer

Di 1’ê Nisanê de li navçeya Mûtkî ya Bedlîs’ê  di navbera hêzên me û artêşa Tirk de şer  pêk hat. Di vî şerî  de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin. Piştî şer helîkopterên Kobra qada şer gulebaran kirin. Ji ber vê gulebaranê 3 hevalên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalê me wê di demê pêş de bi raya giştî re were parvekirin.

Lı Hatay/ Serînyolê Şer

Di 1’ê Nîsanê de di dema gerîlayên  me li navçeya Serînyol a Hatay’ê li der dora Şantiyeya Mûratoglû diçin wezîfeyê bi artêşa Tirk re rû bi rû tên û li vir şer derdikeve. Di  şerê ku 2 saetan berdewam kir de gerîlayekî me şehîd bu. Nasnameya  hevalê me wê di demê pêş de bi raya giştî re bê parvekirin.

4 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG