HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 4'ê Nîsanê de saet di 16:00 de hêzên mê yên gerîla li hemberî girê Seyîdan ê li navçeya Şirnex Qilaban’ê bi çekên giran çalakiyek lidar xistin . Hejmara mirî û birîndarên leşkerên Tirk ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqola Seyîdan obus û hawan avêt derdora xwe.

Êrîşên Lı Hemberî Herêmên Parastınê Yên Medyayê

Di roja 5'ê Nîsanê (îro) de saet di navbera 09:00-10:30 de 2 helîkpterên bi tîpa Kobra li girên Şehîd Gafûr û Şehîd Bager ên li ser sînorê herêma Avaşîn’ê xistin.

Di 4'ê Nîsanê de saet 21:00 heta ber destê sibehê saet 03:00, balafirên şer ên artêşa TC bombe li gundê Komûta û derdora rêya Balayan ên li herêma Qendîl’ê barandin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.

Di 4'ê Nîsanê li gundê Girêmîra yê li navçeya Mêrdîn Nisêbîn’ê, cerdevanê bi navê Adnan Dûran ê bi dijmin re hevkarî dikir, şehîdgehên me xera kir û hevalên me birîndar kir, ji aliyê tîmeke me ve hat cezakirin.

5 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG