Ji çapemenî û raya giştî re!
Têkoşîna me ya li dijî jiyana koledar a ku mêtingerî li Kurdistanê wekî yekane vebijêrkê dide ber gelê me û gelan bi zanebûn û îradeya azad destpê kiriye, bûye şahidê şiyarbûna herî xurt a dîrokê, nîşanî gelên Rojhilata Navîn daye ku vebijêrka jiyana azad mimkûn e . Berxwedan li derdora şîara Rêbertiya Azad û Welatê Azad dewam dike, li Kurdistanê roj bi roj serkeftinê bi dest dixe, ji bo civakên ku di heman bawerî û biryardariyê de ne piştevanî û biryardariyek awarte afirandiye.
Gelê Kurdistanê vê di berxwedana xwe ya mezin, gerîlayê xwe yê li çiyayan bi fedakarî şer dike û bi îradeya ku ji Rêbertiya xwe ya li dijî her cure sîstema êşkenceyên zext û girankirî li ber xwe dide daniye holê. Vê bi saya sekna şehîdên me yên ku di oxira jiyana azad de bêyî çavê xwe bigirin jiyana xwe feda dikin de bi dest xistine.
Wek me duh ragihandibû me 4 hevalên xwe yên din jî tevlî nav van kerwanên şehîdan kiriye. Ew ewk avahîsazên siberoja azad wê di jiyana nû ya gelê me û gelan de bi watedîtinê bijîn.
Pêvajoya xwedîderketina Rêbertiya xwe û rabûna ser piyan a li dijî bi komploya navneteweyî ve dîlgirtina Rêber Apo, bi çalakiyên bi şîara Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin ve kîlîtbûyin mezin kiriye, bi hezaran ciwanî berê xwe dane çiyayan û bi tevlîbûna nava refên gerîlayên azad ve bûne bersiv.
Hevalê Mazlûm jî di nav vê seruvena azadiyê ya mezin de cih girtiye û tevlî nava refên gerîla bûye. Ji roja ku hatiye qadên gerîla ve bi awayekî zane tevlî xebatên ku pêk anîne bûye, bûye xwedî jiyanek ku pêş dikeve û pêş dixe. Hevalê Mazlûm ku di çarçoveya pêngava 1’ê Hezîranê sala 2004’an ber bi çiyayên Amanosê ve meşiya, li navenda felsefeya jiyan û şer de fêrkirinên Rêber Apo bi cih kirine. Pîvanên ku esas girtiye, tarz û tempoya ku nirxandiye di dema wî ya herî zor de wî bi Rêber Apo re aniye gel hev. Û wî li çiyayên Kurdistanê xwe bi felsefeya Rêber Apo kîlît kiriye, di şoreşa azadiyê de bûye xwedî meşek sexlem û serkeftî.
Nasnamêya hevalême yê şehîd wuha yê:
Nasnav: Mazlûm Polat
Nav û Paşnav: Îskender Dogrûer
Cihê Jidayikbûnê: Elezîz
Navê Dayik-Bav: Saîme - Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2016’an / Hatay
Hevalê Mazlûm ê ku li Amanosan wek fermandarekî rola pêşkêştina tarza şerê gerîla pêş xist, 1’ê Nîsanê di şerê bi hêzên dijmin re wek navê xwe bi lehengiyek Mazlûmî gihiştiye şehadetê.
Hevalên me Sabrî (Eşref Oz), Serxwebûn (Şaban Bozan) û Xebat (Serhat Ûslûg) ên di pêvajoya pêngava tevlîbûnê ya ku ciwanên Kurdistanên bi ruhê seferberiyê ji bo parastina nirxên gelê me yê li çar parçeyan pêş xistin, tevlî refên me bûne, di şerê li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê ya bi yekîneyên dijmin re gihiştine şehadetê.
Nasnamê yên 3 Hevalên me wuha yê:
Nasnav: Sabrî Koçer
Nav û Paşnav: Eşref Oz
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik-Bav: Kevser – Mehmet Cemal
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2016’an /Bedlîs
Nasnav: Xebat Şoreş
Nav û Paşnav: Serhat Ûslûg
Cihê Jidayikbûnê:Bedlîs
Navê Dayik-Bav: Mecbure - Hakî
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2016’an /Bedlîs
Nasnav: Serxwebun Garzan
Nav û Paşnav: Şaban Bozan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik-Bav: Hasîbe - Hasan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Nîsana 2016’an /Bedlîs
3 hevalên me yên hê li çiyayên Kurdistanê ezbûn û tecrûbeyên çend salan bi dest xistin, bi sekn û biryardariya xwe ve hesret û hêviyên azadiyê yên gelê me di dilê xwe de mezin kirin, bûne ji hevalên me yên mînak. Wan ji bo pêşeroja azad bafirînin xwe di têkoşînê de kîlît kirine û şervantiyeke berxwedêr a derbeyan li dijmin dixe derxistine holê.
Em diyar dikin ku ji bo em soza serketinê ya hevalên Mazlûm, Sabrî, Serxwebûn û Xebat dewrî me kirine bi cih bînin, em ê meşa xwe bi biryardarî xurt bikin.
5 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG