HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 5'ê Nîsanê de saet di 10:30 de, li hemberî qereqola Mamreş a li herêma Oremar’ê, hêzên gerîlayên me bi çekên giran û ferdî çalakî lidar xistin. Li vê qereqola ku bi roketên B7 derbên giran lê hat xistin, 5 leşker mirin. 2 leşker jî ji aliyê tîmên sûîqestê yên gerîlayên me ve hatin kuştin.

Qereqol heman rojê saet di 14:30 de jî dîsa bû hedefa gerîlayên me. Bi roketên B7 derb li kûleya Bayrak hat xistin. Li vir jî kuştiyên artêşa Tirk çêbûn, lê agahiyeke zelal li ser mirî û birîndaran nehat bidestxistin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk obus û hawan avêt Girê Ronahî, qadên Mêrgê, Hopê û Tepê Xwedê. Heta saet 5'ê ber destê sibehê balafirên keşfê yên bêmirov li ser herêmê geriyan.

Lı Amedê Çalakıya Jı Bo Bîranîna Gerîlayên Me Yên Lı Garzanê Şehîd Bû Ne

Li Amedê di roja 4'ê Nîsanê de saet di 16'an de, komek ji gerîlayên me li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa Ûral li ser rêya navbera Lice û Pasûrê çalakiya sabotajê pêk anî. Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Raman Soro ve hat lidarxistin, ji bo bîranîna gerîlayên me  yên li Garzan’ê şehîd bû ne, pêk hat. Di encama ve çalakiyê de maşîna zirxî bi temamî îmha bû û herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Lı Ser Rêya Farqîn-Pasûrê Kontrola Rê

Gerîlayanyên me roja 5'ê Nîsanê de saet di navbear 12:00-15:30 de li ser rêya navçeyên Amed Farqîn û Pasûr’ê kontrol kirin. Piştî çalakiyê balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk li herêmê geriya û dûre bi hawanan êrîş li herêmê hat krin.

Êrîşa Lı Hemberî Zap'ê

Artêşa Tirk bi balfirên şer îro saet di navbera 04:30-06:30 de Girê Cehennemê, Kanî Sarke û derdora ava Zê ya li herêma Zap’ê bombe kir. Ji ber bomberdûmanê zerar li erdê çêbû.

Di roja 5'ê Nîsanê de helîkopterên bi tîpa Kobra yên artêşa Tirk ên leşker danîn ser tepê Leylek ê li Oremar’ê, derdora vî girî, quntarên Çarçela û derdora çemê Basya bombe kirin.

6 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG