Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 6'ê Nîsanê de saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla, li girê Belde yê ser bi navçeya Amed Bismil’ê çalakiyeke sûîqestê li hemberî artêşa TC pêk anîn . Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Mûhammed Seyît Çelîk ê beriya niha tevlî operasyonên li Sûrê bû hat kuştin.
Lı Şırnexê Çalakî
Di 6'ê Nîsanê de saet di 07:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li hemberî tumena li navenda Şirnex’ê çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên leşkeran ên vê çalakiyê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê tirên tumenê û qereqola Çelê Nimêja obus û hawan avêtin qadên Girê Mizgeftê, Çiyayê Fileha û Besta Meryemê.
Lı Pasûrê Operasyon
Di 3'ê Nîsanê de li qada Dorşîn a navçeya Amed Pasûrê operasyon hate destpêkirin.
Di ve operasyonêde hemû cerdevanên li herêmê tevlî operasyonê bûn. Di operasyona ku balafirên keşfê jî lê hatin bikaranîn de helîkopterên Kobra li qadê xistin.
Di 4'ê Nîsanê, tîmeke me ya gerîla dema ji wezîfeyê vedigeriya li artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di şer de hevalê me Dêrsim Bêrîtan birîndar bû û heta fîşeka xwe ya dawî li dijî artêşa TC a faşîst şer kir û şehîd ket. Ev operasyon di 5'ê Nîsanê de bi dawî bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wuha ye:
Nasnav: Dêrsim Bêrîtan
Nav paşnav: Senan Mûhammedî
Cihê ji daykibûnê: Sine
Navên dayik û bav: Feraset - Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 4'ê Nîsana 2016 / Amed
Lı Geverê Çalakî
Di roja 6'ê Nîsanê de saet di navbera 09:00-12:00 de li hemberî girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Gever’ê hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî pêk anîn, lê hejmara mirî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Ji 6'ê Nîsanê û pê ve artêşa Tirk li qada Celaliyan a navçeya Agirî Bazidê kemîn daniye.
7 Nisan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG