Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê Nîsanê de saet 09.00-10.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya qereqola Seyîdan a li xeta sînorê navçeya Qilebana Şirnex’ê li hember tankek artêşa Tirk çalakiyek sabotajê li dar xistin . Di çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin 7 leşker hatin kuştin.
Di 7’ê Nîsanê de saet 16.00’an gerîlayên me yên YJA Starê çalakiyek bi çekên giran li hember leşkerên ku diçûn qereqola Seyîdan li dar xistin. Topên hewanê li nava komên leşkeran ketin. Di vê çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmar nehat zelalkirin.
Lı Sasonê 5 Gerîlayanme Şehîd Bûn
Di 5’ê Nîsanê li qada Sason a Êlihê artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê ve dest bi operasyonê kiriye. Artêşa TC a di operasyonê de li eraziyê xwe bi cih kiriye jî kemîn avêtine. Di heman rojê saet 18.00’an de yekîneyek me ya gerîla dema diçû wezîfeyê bi leşkerên TC re rû bi rû hatin û şer qewimi. Li vir berbazek hat kuştin. Di şerê yekem de hevalê me Çiyager şehîd bû. Artêşa TC a qedemeyekê ji şer vekişiya, saet 22.00’an bi piştgiriya pêgerên hewayî yên keşfê ve operasyona xwe hê berfirehtir kirin. Di navbera vê yekîneya me û artêşa TC de cara duyem şer qewimi. Di şerên giran de hevalên me Devrîm, Baz, Agît û Dorşîn heta guleyên xwe yên dawî şer kirine û gihiştin şehadetê. Dema agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd bên zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Di 8’ê Nîsanê de saet 02.00-05.00’an balafirên şer ên artêşa TC ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê girêdayî Qendîlê navbera gundên Kortek, Lewcê û Enzê, her wiha derdora gundên Zergelê û Silê bi awayekî giran bombe kir, di heman saetan de qadên Oremar û Sumbul ên girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê bomberdûman kirin. Di van bombekirinan de gelek bax û eraziyên gundiyan ên li Qendîl’ê zerar û ziyan dîtin.
Artêşa Tırk Kemînan Datîne
Ev du rojên dawî artêşa TC girêdayî navçeya Bazîd a Agirî; li qadên navbera Mêrga Pîro û Doşeme, her wiha li qadên di navbera deşta Bazîd û Karacakoyê kemîn danîne.
8 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG