HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 15'ê Nîsanê de saet di 10:00 de, li navçeya Mêrdîn Stewrê artêşa Tirk tevî maşînên zirxî li derdora gundên Qirdîlek, êrîş, Quzerit, Cirzê, Şutê û Qawsan derket operasyonê . Danê êvarê, dema hêzên operasyonê xwe vedikişandin, hêzên me yên gerîla li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin. Hêzên me yên gerîla li hemberî maşîneke din a zirxî ya bi tîpa Kobra çalakî pêk anîn, lê hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; fermandarê qereqola Dêrişê di vê hundirê vê maşînê de bû û birîndar bû. Ev çalakî, di şexsê hevrêyên me Nûman Serhed û Andok Cibîldrê yên li Mehsertê şehîd ketin ji bo bîranîna hemû şehîdên berxwedanê yên li bajarên Kurdistanê hatin lidarxistin.

Lı Mûşê 2 Gerîlayên Me Şehîd Bun

Di 11'ê Nîsanê de saet di 23:30 de, hêzeke me ya gerîla ya ji bo wezîfeyê diçû gundê Avzot ê Mûşê, bi hêza operasyonê ya artêşa TC re şer kir. Di vî şerî de hevalê me Xemgîn Koçer şehîd bu. Di roja 12'ê Nîsanê jî li herêma Avareş a Deşta Mûşê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa TC de careke din şer derket. Di vî şerê dijwar de hevalê me Bahoz Serhed şehîd bu, hevalê me Mahsûm Farqîn (Kasim Şanlik) dîl hat girtin. Di vê operasyonê de cerdevanên gundên Avzot, Gisan û Nokê jî hebûn. Operasyon li bejahiya gundên Avzot, Kusrê û Tixsê hînê dewam dike.

Hevrê Xemgîn di dema dîlgirtina Rêber Apo de tevlî refên azadiyê bû. Li hemû herêmên lê mayî, bi ked û fedekariya xwe weke fermandarekî pêşeng ê gerîla li nava refên azadiyê cih girt. Bi taybetî li eyaleta Garzanê, bi pratîka xwe ya şer ve di pêvajoyên hesas û girîng ên tevgera azadiyê de bû xwedî sekneke milîtanekî xurt. Şehadeta hevrê Xemgîn, weke hevrêyên wî me hîn bêhtir bi doza azadiyê ya pîroz ve girê dide û ji bo bi hezaran ciwanên Kurd jî dibe sedema tevlîbûna li nava refên gerîla.

Nasnameyên gerîlayên me wuha ne:

xemgin cemil_small

 

 

 

Nasnav: Xemgîn Koçer
Nav paşnav: Cemîl Ateş
Cihê ji dayikbûnê: Sêrt
Navên dayik û bav: Nûriye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê. 11'ê Nîsana 2016 / Mûş

 

 

bahoz mesut_small

 

 

 

 

Nasnav: Bahoz Serhat
Nav paşnav: Mesût Kizilsoy
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Aysel-Mehdî
Dem û cihê şehadetê. 12'ê Nîsana 2016 / Mûş

 

Lı Bedlîs’ê Çalakî, Lı Herêmên Parastınê Yên Medyayê Tevgera Hewayî

Di 15'ê Nîsanê de saet di 18:00 de hêzeke me ya gerîla ji 2 baskan ve li hemberî qereqola Qênexder a Bedlîs’ê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de avahiya qereqolê, nîzamiye û konteynira we hedef hat girtin û bi çekên ferdî derbên bi bandor li wan hat xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin.

Di roja 15'ê Nîsanê de saet di navbera 11:45-12:45'an de balafirên şer ên artêşa TC, derdora gundê Dêrgelê yê herêma Metîna ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber vê bomberdûmanê xanî û bexçeyên gel zerar dîtin.

16 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG