Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 16'ê Nîsanê de saet di 05:00 de li hemberî girekî navbera gundên Ker û Kaymakam ên navbera Şirnex û navçeya Sêrt Dihê ku artêşa TC lê bi cih bûbû, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn . Di vê serdegirtinê de hêzên me yên gerîla xwe gihandin heta ser gir û derbên xurt li kozikên li vir xistin. Kozikek li vir bi temamî hat îmhakirin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Di dema vê çalakiyê de, leşkerên li dora gir û cerdevanên gundê Kêr xwestin dest li hêzên me yên gerîla werbidin. Li hemberî maşîneke transît a ji bo teqwiyeyê hatibû, hêzên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de maşîn hat rûxandin. Maşînên zirxî û yên sivîl ên ji bo armancên leşkerî ber bi gir ve diçûn bûn hedefa hêzên me. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelakirin.
Li dû çalakiyê artêşa TC ji hewa û bejahî ve dest bi operasyonê kir û bi helîkopterên Kobra gule li derdorê hatin reşandin. Her wiha qereqolên Kêr, Çelê Nimêja û Navyana Şêxan obus û hawan avêtin herêmê. Piştre helîkopterên Skorsky sê caran xwe li herêma şer danîn û mirî û birîndarên xwe rakirin. Di vê çalakiya berfireh de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê. Agahiyên nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
Di roja 14'ê Nîsanê de saet di navbera 19:00-22:00 de balafirên şer ên artêşa TC herêma Şehîd Kawa ya navbera navçeyên Amed Hezro, Pasûr û Farqînê bombe kirin. Di êrîşa hewayî de 6 gerîlayên me şehîd ketin, 2 hevalên me jî bi birîndarî dîl hatin girtin. Piştre ev her du hevrêyên me yên bi birîndarî dîl hatin girtin, ji aliyê artêşa Tirk a faşîst ve şehîd hatin xistin. Ji hevrêyên me yên şehîd ketin hevalên Bager û Zagros li herêma lê diman demeke dirêj têdikoşiyan, 6 hevalên me yên din hînê nû (sala 2016) tevlî nava refên gerîla bûbûn.
Nûçeyên medya şerê taybet ku dibêjin; gerîlayên me yên şehîd ketine di demên berê de gelek çalakî pêk anîne û berpirsyarên van çalakiyan e, dûrî rastiyê ne. Hewldanên bi vî rengî bi armanca şerê psîkolojîk û dezenformasyonê tên kirin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bune bi vî rengî ne:
Nasnav: Bager Cûdî
Nav paşnav: Resûl Elemholî
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Sûltan-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Zagros Ciwan
Nav paşnav: Vedat Hesas
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Navên dayik û bav: Sacîde-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Mordem Tîrêj
Nav paşnav: Erhan Kaya
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Verdeş-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Serhildan Xinis
Nav paşnav: Ensar Orûç
Cihê ji dayikbûnê: Erzîrom
Navên dayik û bav: Naîme-Sûphî
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Egîd Kurdistan
Nav paşnav: Selîm Guven
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Muzeyyen-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Merwan Zana
Nav paşnav: Kadîr Kon
Cihê ji dayikbûnê: Mersîn
Navên dayik û bav: Bîrcan-Osman
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Çekdar Şax
Nav paşnav: Ûgûr Aras
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Gulsum-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Nasnav: Mûnzûr Amed
Nav paşnav: Hakan Okşak
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Kadriye-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 14'ê Nîsana 2016 / Amed
Di roja 16'ê Nîsanê de saet di 10:00 de helîkopterên bi tîpa Kobra li herêma Kanî Orê û derdora wê ya li navçeya Colemêrg Çelê xistin. Danê êvarê jî artêşa TC li bejahiya Talê, Bakê û Bêderkê dest bi operasyona bejahî kir.
17 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG