HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 15 Nîsanê de artêşa Tirk li navçeya Xizxêrê (Şîrvan) ya Sêrtê li derdorê girê qereqola Îskambu operasyonek dan destpêkirin . Di 17’ê Nîsanê de  hêzên me li hember hêzên artêşa Tirk ên ku li derdorê girê qereqola Îskambu derketibûn operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di ve çalakiyê de bi zelalî hat dîtin ku 2 leşker hatin kuştin. Her wiha dema leşker vedikişiyan jî 6 kisên cenazeyan jî bi xwe re birin. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra derdora saetekê herêm bomberdûman kirin û her wiha ji qereqolên Îskambu û Verqanis jî çiyayê Sîser û Kurîs bi hawan û topan dan ber bombeyan. Ev çalakiya ji bo biranîna rêhevalê mê Xemgîn Koçer ê li Mûşê gihişte şehadetê hat lidarxistin.

18 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG