HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 18’ê Nîsanê de saet 17.45’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Yekmal a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê çalakiyek a bi çekên giran li dar xist. Piştî çalakiyê, qereqolên Yekmal û Sînekê qada Bektorya bi obus û hewnan bombe kirin .

Di 15’ê Nîsanê de hêzên gerîlayên me bi çekên giran li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê û çeperên qereqola Arûş a li sînorê herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmarek zelal a leşkerên mirî û birîndar nehat tespîtkirin.

Di 17’ê Nîsanê de dîsa hêzên gerîlayên me li heman xeta sînor li hember leşkerên li qereqola Şehîdan û yên li derdora girê Şehîd Lezgîn hatine bicihkirin rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistin, li vir bi zelalî du leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Di 18’ê Nîsanê de saet 14.00’an hêzên me li hember artêşa TC ên li derdora girê Şehîd Lezgîn bi cih bûne bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmarek zelal a leşkerên mirî û birîndar nehat bidestxistin.

Di 18’ê Nîsanê de saet 16.00’an dema gelek leşkerên Tirk bi wesayîtên kar ve hewl dan ber bi girê Kuroşîno bimeşin, hêzên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar li vir nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê leşker vekişiyan. Hêzên me saet 18.00’an li hember leşkerên vekişiyan çalakiyek sûîqestê li dar xistin, leşkerek li vir hat kuştin. Dîsa di 19’ê Nîsanê de saet 08.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku bi desteka cerdevanan hewl didan ber bi girê Kuroşîno pêş de biçin bi çekên giran û çekên ferdî çalakiyek li dar xistin. Hejmara mirî û birîndarên di vi çalakiyê de nehatin zelalkirin.

Di 18’ê Nîsanê de saet 16.00’an hêzên me li hember çeperên qereqola Girê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin. hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqola Girê qadên derdora xwe da ber çekên giran.

Di 13’ê Nîsanê de saet 08.30’an li hember yekîneyek gerîlayên me, kontrayên li gundê Mermarî yê girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agahî dane artêşa TC, li ser vê jî artêşa TC derketiye operasyonê û şer qewimiye. Di vî şerê qewimî de 2 hevalên me gihiştiye şehadetê. Em nasnameyên her du hevalên xwe bi raya giştî re parve dikin. Her wiha şexsê kontra Mahmût Eren ê di şehadetê hevalên me de cih girtiye, ji aliyê yekîneyek me ve hat cezakirin.

Agahiyên Nasnameyên Hevalên Me Yên Gihiştine Şehadetê Wiha Ne;

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Andok Cibildînî
Nav û Paşnav: Ozgur Yildirim
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik û Bav: Kadriye – Kasim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Nîsana 2016’an / Mêrdîn

 

 

numan sabir_small

 

 

 

Nasnav: Nûman Serhat
Nav û Paşnav: Sabir Karakaya
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik û Bav: Zemzem – Bakir
Dîrok û Cihê Şehadetê: 13’ê Nîsana 2016’an / Mêrdîn

 

 

Me dabû xuyakirin ku di 16’ê Nîsanê de saet 05.00’an hêzên gerîlayên me avêtibûn ser girekî di navbera gundên Kêr û Kaymakam ên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê ku artêşa TC tê de bi cih bibû û li vir 2 gerîlayên me gihiştibûn şehadetê. Sicîlên van hevalên me wiha ne:

harun reber_small

 

 

 

Nasnav: Harûn Sîlopî
Nav û Paşnav: Reber Şayik
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Fatma – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 16’ê Nîsan 2016’an / Şirnex

 

 

serhat mahmut_small

 

 

 

Nasnav: Serhat Cûdî
Nav û Paşnav: Mahmût Kuçuk
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Nûriye – Asim
Dîrok û Cihê Şehadetê: 16’ê Nîsan 2016’an / Şirnex

 

 

Lı Mûş Û Erzıromê Operasyon

Di 17’ê Nîsanê de artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan ve li qada Germav a Mûşê dest bi operasyonekê kiriye.

Di 17’ê Nîsanê de artêşa TC li qada Sariyayla ya Erziromê dest bi operasyonekê kiriye. Dema yekîneyek gerîlayên me li vê herêmê diçe wezîfeyê dikevin qada operasyonê. Piştî bomberdûmanên hewayî û êrîşên helîkopterên Kobrayê de 2 gerîlayên me şehîd ketin. Dema nasnameyên gerîlayên me yên gihiştine şehadetê bêne zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Balafırên Şer Qendîl Û Avaşîn Bombe Kırın

Di 18’ê Nîsanê de saet 11.30-13.00’an balafirên şer ên Tirk ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê ji herêma Qendîl’ê gundên Bolê û Ebûbekîr bombe kirin. Heman rojê saet 19.30-20.30’an balafirên şer qada Tepê Sor a girêdayî herêma Avaşîn’ê bombe kir.

19 Nîsan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG