HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gellême yê walat parêz û raya giştî re!

Dewleta AKP'ê ya faşîst, ku di 25'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî gel û tevgera me li ser bingeha Plana Têkbirinê şerekî topyekûn da destpêkirin, tevî ku li Sûr, Cizîr û gelek bajarên Kurdistanê bi rengekî bêperwa terora dewletê meşand , bajar şewitand û xera kir jî nekarî vîna gelê me bişikîne û berxwedan pêl bi pêl mezin bû. Mîna ku îro li Şirnex û Nisêbînê tê dîtin, vê berxwedanê dewleta Tirk xistiye nava rewşeke xitimandî û têkçûneke mezin. 

Dewleta AKP'ê ya mêtînger, ku qîma xwe bi êrîşên hovane yên li hemberî bajarên xweparastinê nanî, êrîşên li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê tevahiya zivistanê dewam kir û xwest ji şert û mercên zivistanê sûdê werbigire, bi vî rengî derbê li gerîlayên me bixe û tine bike. Lê belê gerîla bi performansa xwe ya bilind û tecrûbeya xwe ya kûr ev hemû êrîş pûç kir û bi çalakiyan bersiv da van êrîşan.

Dewleta AKP'ê ya faşîst li Bakurê Kurdistanê ji hewa û bejahî ve operasyon li hemberî gelek herêman kir. Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîşên berfireh ên hewayî pêk anî. Dewleta AKP'ê ji van êrîşan ti encam bi dest nexist. Li hemberî dewleta AKP'ê, gerîlayên me hêza xwe parastine û bi perwerde, kûrbûn û moraleke bilind xwe dest bi pêvajoya biharê kirine. Tevî şert û mercên zivistanê jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, gelek çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û bi vî rengî hem destek dan berxwedana li bajaran hem jî hewl dan êrîşên dijmin bişikînin.

Bîlançoya Şer

Bîlançoya şerê 4 mehên dawî bi vî rengî ye:

Operasyonên bejahî yên artêşa Tirk:    43
Êrîşên Hewayî:    183 (157 balafirên şer - 26 Helîkopterên Kobra)
Êrîşên bi hawan, obus û tankan:    310
Keşfa hewayî:    215
Şerê qewimî:    18
Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatine kirin:    139
Hejmara dijminê hat kuştin (yên hatin tespîtkirin:    390 (polîs-leşker)
Hejmara dijminê birîndar bûne:    198
Hejmara maşînên leşkerî yên hatin rûxandin:    20
Helîkopterên derb li wan hatin xistin:    7
Gerîlayên me yên şehîd ketin:    80
Gerîlayên me yên esîr hatine girtin:    4

 

2 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG