HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 11’ê Gulanê li qada Rîsor a girêdayî Şirnex’ê artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek li dar xistiye. Danê sibehê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li Deriyê Sêwo ya li nêzî gundê Kaniya Qeymeqam çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin. Di çalakiya sûîqestê ya hemwext de jî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC ji Tabûra Çakirsû, ji Qereqola Çelê Nimêja û qereqolên derdor ve qada Rîsor dan ber hewan û obusan. Ev çalaki ji bo bîranîna gerîlayên me yên li vê qadê şehîd bûne hate lidarxistin.

Lı Dersîmê Çalakî Û Xebatên Kontra

Di  11’ê Gulanê de saet 16.30’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên qereqola Bîlgeç a girêdayî navçeya Pilûr a Dersîm’ê çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Li  bejahiya Dersîm’ê artêşa TC xebatên kontra di bin navê neçîrvantiyê de bi rêxistin dike û divê gel di vê mijarê de hişyartir be. Her wiha, li navçeyên Hozat û Pêrtag ên Dersîm’ê jî artêşa TC xebatên kontra dimeşîne.

Lı Sînorê Qilaban’ê Çalakî
Di 10’ê Gulanê de saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên ku wesayîta dozer a li derdora girê Kuroşîno yê li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê rê çêdikir diparastin, bi çekên giran çalakî li dar xistin. Hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehat zelalkirin.

Di 2’yê Gulanê di çalakiya Xapûşkê ya li qada Şemzînan a Colemêrg’ê bi hevalakî me re têkîliya me qut bibû. Gerîlayê me yê ku têkîliya pê re qut bibû şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

rohat menuser_small

 

 

 

Nasnav: Rohat Hejar
Nav û Paşnav: Menûşer Guderzî
Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran
Navê Dayik-Bav: Zafera - Habîbûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 2’yê Gulana 2016’an / Colemêrg



12 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG