HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li herêma Amedê, hevalên me qemyonek bi madeyên teqemeniyê barkirî ji cihekî dibir cihekî din. Di êvara 12'ê Gulanê de me li gundikê Durumlu yê gundê Sarikamiş ê li navçeya Amed Sûrê dema di rê de bû, hin nokeran hewl dan pêşî lê bigirin. Hevalê di qemyonê de wezîfedar, nasnameya xwe eşkere kir û jê re nebin asteng û xwest biçe. Lê belê ev kesên hem ji wî gundî hem jî ji gundên derdorê hatin, bi wesayîtên xwe dan dû qemyonê û gule berdan qemyonê. Ji ber vê gulereşandinê, funyeyên di qemyonê de teqiya û ev bûyera teqînê rû da. Ev bûyer bû sedem ku her kesên li dora qemyonê jiyana xwe ji dest bidin.

Madeyên teqemeniyê yên li qemyonê hatibûn, bi ti awayî ji bo teqandinê nehatibûn amadekirin. Bi tenê ji bo ji cihekî bibe cihekî din li qemyonê hatibû barkirin. Lê belê, ji ber guleyên lê hatin reşandin ev bûyera tirsnak qewimî. Em ji malbatên mirovên di vê bûyera xemnak de jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Lê belê di vê bûyerê de berpirsyar ew kesên gule li qemyonê reşandine. Em dixwazin gelê me bi vê zanibe.

Di roja 14'ê Gulanê de saet di navbera 22:00-23:00 de li hemberî Midûriyeta Emniyetê, Tûgaya Çakirsû û avahiyên dibistan û nexweşxaneyên ji aliyê artêşa Tirk ve weke biryargehê tên bikaranîn, hêzên me yên gerîla çalakiyeke berfireh pêk anîn. Di encama çalakiyê de bi qasî ku bi çav hatiye dîtin 6 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi obus û hawanan bombe li qada bejahî barand.

Di roja 12'ê Gulanê de saet di 19:00 de hêzên gerîlayên me yên YJA Starê, li ser rêya Ûzûntarla-Paxalî ya navbera Dersîm-Erzîngan’ê kontrola rê kirin. Piştî kontrola nasnameyan, der barê pêvajoyê de agahî ji gel re hat dayîn. Her wiha 3 TIR'ên şîrketeke taybet a ser bi AKP'ê ve, hatin şewitandin.

Di 14'ê Gulanê de saet di navbera 14:30-15:00 de dozerek artêşa TC, dema li derdora Girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Gever’ê rê çêdikir bû hedefa çekên giran ên hêzên me yên gerîla. Di encama lêdana derbên giran de, ev karê çêkirina rê hat sekinandin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmên Tepê Sor û Depê Doçka.

Li Girê Şehîd Gafûr ê li herêma Oremarê ya navçeya Colemêrg Gever’ê, şerê di navbera hêzên me û artêşa TC de rû da, dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh danê sibehê bi çekên giran, ferdî û bombeyan li hemberî leşkeran çalakiyek hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên li vir nehat zelalkirin. Di vî şerî de, têkiliya me bi 2 gerîlayên me yên bi rengekî fedaî şer kirin, qut bûye.

Di roja 14'ê Gulanê de saet di 14:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên TC ên erzaq dibirin ji girê Genîş ê li herêma Şemzînan’ê, çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

Di 14'ê Gulanê de saet di navbera 10:00-11:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qadên Ranya Pirê û kurê Mİzgeftê yên li herêma Xakurkê barandin.

15 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG