Ji gellême û raya giştî re!
Hevalê Dr. Hogir ku êşên gelê Kurdistanê ji dil hîs kir, li dijî jiyana mêtîngeriyê ferz dikir serî rakir û ji ber berpirsyariya xwe ya wijdanî û exlaqî ya welatparêziyê xwe li têkoşîna azadiyê girt, ev hesreta xwe bi tevlîbûna li nava refên gerîla ve watedar kir. Hevalê Hogir di sala 1995'an de tevlî nava refên têkoşînê bû û di nava zêdeyî 20 salên şoreşgeriya xwe de bi wezîfeyên gelekî girîng rabû.
Dildariya gerîla ya hevalê Dr. Hogir ku bi eşqê destpê kir, di nava wêneyê mezin ê ku agirê berxwedanê lê pêket û fermandar Egîd, Mazlûm, Rewşen û Zekiyeyan bedenên xwe feda kirin, nemir bû.
Hevalê Dr. Hogir di têkoşîna xwe ya gerîla ya li çiyayên Amanosê destpê kir de, mezinbûna bi berxwedanê ve esas girt û ruhê xwe di rêwîtiya rojê de roj bi roj zelal kir. Duristî û fedekariya wî, pêşdeçûna bi coş a di têkoşînê de hevalê Dr. Hogir kêlî bi kêlî nêzî heqîqetê kir. Serpêhatiya têkoşîna 21 salan a hevrê Hogir, bi veguheriye hêvî, xizmeta ji bo herêyan û çîroka keda pîroz. Di nava salên dûr û dirêj de li gelek qadên Bakurê Kurdistanê weke milîtanekî şoreşger û kedkarekî tenduristiyê, hezkirin, agahî û keda xwe pêşkêşî bi hezaran hevrêyên xwe kiriye.
Hevalê Hogir bi rewşa xwe ya sempatîk derket pêş û bi dildariya xwe ya ji bo futbolê dihat naskirin. Hevalê Dr. Hogir, di şerê berxwedanê yê ji bo xwegihandina wateya mezin heqîqetê de, di nava şert û mercên herî zehmet de weke kedkarekî tenduristiyê bû sembola xizmet û fedekariyê. Di meha Adara sala 2016'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevalên Ciwan û Tamara yên ji Rojhilatê Kurdistanê û hevalê Zagros ê ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava têkoşîna me bûn, di demên cuda de şehîd ketin û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn.
Her sê hevrêyên me yên tevlî karwanê şehîdan bûn, bi dildariya mezin a hesreta azadiyê û bi eşqa azadiyê, di jiyana xwe ya têkoşîna bi fedekariyên mezin de, xwe bi ramanên Apoyî xwe bi pêş xistin û bûn milîtanên jiyana xwe diyarî gelê Kurdistanê kirin.
Em şehîdên xwe ku nirxên herî mezin ên têkoşîna me ne, bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê mîrateyên wan ên têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wuhane:
Nasnav: Dr. Hogir
Nav paşnav: Osman Gok
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Kadriye-Saît
Dem û cihê şehadetê: Adara 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Ciwan Qasimlo
Nav paşnav: Behment Mahmûdî
Cihê ji dayikbûnê: Kotol
Navên dayik û bav: Şeker-Riza
Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Tamara Ronahî
Nav paşnav: Fatma Erzanî
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Cahîr-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2008 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Zagros Bêrîtan
Nav paşnav: Enver Kaplan
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Nafiye-Adil
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2008 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
16 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG