Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Gulanê di danê êvarî de balafirên şer girê Şehîd Gafûr ê li qada Oremar a li navçeya Gever a Colemêrg’ê bi awayekî giran bombe kirin. Piştî bombekirina di nava rojê de , saet 21.00-00.00’an dîsa bomberdûman kirin. Piştî bombekirinan jî 14’ê Gulanê leşkerên TC hewl dan bi dizî bikevin gir. Gerîlayên me ev leşker ji 3 baskan kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê dan. Di çalakî û şerên ji nêz ve qewimîn de di baskê yekemîn de 8 leşker, di baskê duyemîn de 3 leşker û di baskê sêyemîn de jî 11 leşker hatin kuştin. Di van şeran de gerîlayekî me gihişt şehadetê.
Di 14’ê Gulanê 2 gerîlayên me bi awayekî fedaî dema leşker komî disekinîn çalakî li dar xistin, di vê çalakiya ku gelek leşker hatin kuştin de 2 gerîlayên me jî bi ruhekî fedaî, bi lehengî şehîd bûn.
Di 15’ê Gulanê di danê sibehê de saet 09.00’an gerîlayên me li hember leşkerên li cihên cuda yên gir de bi cih bibûn pêngavek nû ya çalakiyê dan destpêkirin. Di çalakiyên bi çekên giran, navîn û ferdî de komek gerîlayên me ji nav yekîniyen dijmin hatin derxistin, 3 çeperên leşkeran hat xistin û rûxandin. Di şerên 3 saetan de 9 leşker hatin kuştin, 3 gerîlayên me jî şehîd bûn. Artêşa TC ji bo hêzên me neçin ser cenazeyan bi awayekî zêde qad bombe kir, hê zêde kuştiyên wan li vir çêbûn.
Pêgerên hewayî yên keşfê ji danê êvarî dest bi keşfê kirin. Di domahiya vê keşfa ku tevahiya şevê dewam kir de balafirên şer jî bi awayekî zêde bomberdûman kirin.
Di encama çalakî û şerên domahiya du rojan dewam kirin de qasî bi çavan hatin dîtin 32 leşker hatin kuştin. Di tevahî şeran de 7 gerîlayên me bi qehremantiyek mezin şer kirin û şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bên ragihandin.
Çalakıya Gırê Leylek
Di 15’ê Gulanê de saet 14.30-15.15’an leşkerên artêşa TC yên li ser Girê Leylek ê li sînorê navçeya Gever a Colemêrg’ê ketin nav tevgerê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin.
Piştî derbên gerîlayên me, leşkeran ji Girê Sîvrî, Tepê Sor û qûntarên wê û Tepê Doçka da ber obus û hewanan.
Di 15’ê Gulanê de saet 15.30-16.00’an, dîsa danê êvarî saet 18.30-19.00’an balafirên şer derdora girên Şehîd Dîren û Şehîd Afad bombe kirin.
Li Bedlîs, Sêrt û Şirnexê Çalaki
Di 15’ê Gulanê de saet 21:00’an de gerîlayên me li hember yekîneyeke veşatî ya artêşa TC ya li derdorî gundê Êz ku girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs’ê ye, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de hijmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Lı Berwarıyê Çalakıya Hışyarıyê
Di 15’ê Gulanê li hember kargeheke girêdayî Şirketa Bokçenay a li nêzî Gundê Bestîka yê girêdayî navçeya Berwariy’ê ya Sêrt’ê çalakiyeke hişyariyê hat lidarxistin. Şirketa Gokçenay rêyên girêdayî leşkerî û bi dewletê re kar dikin. Hêzên me li kargehê 4 kepçe, 2 dozer û 2 kamyon şewitandin û bêkêr kirin. Her wiha piştî ku xwediyê kargeh û karkerên kargehê hatin hişyarkirin jî serbest hatin berdan. Hêzên me li vir dest danîn ser 12 telefon û çifteyekê.
Lı Şırnexê Çalakî
Di 11’ê Gulanê de saet 08:30’an û 12’ê Gulanê de saet 16:30-18:00’an li hember 2 dozerên artêşa Tirk dema ku li derdorê girê Kuroşîno yê li ser xeta sînorê Qilaban a Şirnex’ê rê çêdikirin bi çekên giran çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de derbên giran li dozeran hatin xistin û ev dozer ji neçarî vekişiyan.
Di 14’ê Gulanê de dîsa li girê Kuroşîno tevgera wesayîtên zirxî çêbû, hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakiyek li hember wesayîtan li dar xistin. Têkildarî kuştî û birîndarên çalakiyê agahiyên zelal nehat bidestxistin.
Di 15’ê Gulanê de saet 14:00’an li hember otobuseke leşkeran, dema ku ji Qereqola Meymûn a li ser xeta sînorê Qilaban a Şirnex’ê ber bi herêma girê Şehîd Kendal ve bi rê diket, çalakiyek bi çekên giran û sûîqestê hat lidarxistin. Ji ber êrîşê otobus ji girê Meymûn vegeriya.
Di 6’ê Nîsanê de saet 02:30’an li gundê Badab ê girêdayî navçeya Gimgim ku girêdayî Mûşê ye, yekîneyeke gerîlayên me dikeve xefika artêşa Tirk û di şerê li vir de 4 gerîlayên me şehîd bûn.Di 6 Gulanê de ji 2 gerîlayên me di pevçunê de şehîd bûn.
Nasnameya gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Agir Welat
Nav û Paşnav: Kamûran Topçû
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik-Bav: Reyhan - Abdûlkerîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
Nasnav: Adnan Denîz
Nav û Paşnav: Reşît Safalî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik-Bav: Saniye – Sefer
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
Nasnav: Bedran Van
Nav û Paşnav: Yûnûs Emre Aras
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik-Bav: Şemsîhamer – Saîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
Nasnav: Demhat Pîr
Nav û Paşnav: Ferhat Denîz
Cihê Jidayikbûnê: Erzirom
Navê Dayik-Bav: -
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
Nasnav: Devran Kanîreş
Nav û Paşnav: Batikan Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Çewlik
Navê Dayik-Bav: Perîhan – Fettah
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
Nasnav: Newroz Varto
Nav û Paşnav: Ûygûr Ûfak Karakaya
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayik-Bav: Hatûn – Hidir
Cih û Dîroka Şehadetê: Mûş / 6’ê Nîsana 2016’an
16 Gulan 2016
Navendav Çapemenî û Ragihandina HPG