Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 16'ê Gulanê de saet di navbera 10:30-16:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî 2 kepçeyên rê li derdora girê Leylek ê li navçeya Colemêrg Gever’ê çêdikirin , bi çekên giran çalakî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran ên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt Tepê Sor û Tepê Doçka.
Di 16'ê Gulanê de saet di 14:30 de, li hemberî TIR'ek û vînçek artêşa TC a li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Qilaban a Şirnex’ê rê çêdikirin, hêzên me yên gerîla bi çekên giran çalakî lidar xistin û encamê de ev karê çêkirina rê hat sekinandin.
Çalakıya Lı Dıjî Qereqola Xerxolê
Di 16'ê Gulanê de saet di 16:00 ê, gerîlayên me li hemberî Qereqola Xerxol a navçeya Sêrt Berwariy’ê çalakiyeke bi bandor li dar xistin. Di ve çalakiyê de girên li jora qereqolê û leşkerên li vê herêmê hedef hatin girtin. Di ve çalakiyê de derb li panzerekê hat xistin. Li ser kuştî û birîndarên leşkeran agahî bi dest neket.
Lı Hawêlê 4 Polîs Hatın Kuştın
Di roja 13'ê Gulanê, li derdora navçeya Sêrt Hawêlê, komek ji gerîlayên me dema bi erka xwe radibûn rastî polîsan hatin û li vê derê şer derket. Di şer de 4 polîs hatin kuştin. Li hemberî hêzên weke teqwiye hatin şer ji nû ve qewimî û bi qasî hate tespîtkirin, berbazek birîndar bû. Di vî şerî de gerîlayê me yê bi navê Xemgîn şehîd bû. Liv û tevgera dijmin a li vê herêmê bi rêbaza operasyoneke girştî dewam dike.
Nasnameya hevalê me yê şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Xemgîn Wan
Nav paşnav: Mehmet Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Reyhan-Gurgîn
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Gulana 2016 / Sêrt
Di roja 16'ê Gulanê de saet di navbera 15:00-16:00 û 23:00-00:30 de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li girên Şehîd Mazlûm, Şehîd Şoreş û Heqarî yên herêma Metîna barandin.
Di 16'ê Gulanê de saet di navbera 23:00-00:00 de balafirên şer bombe li qada Gundê Filleha ya li herêma Zap’ê barandin. Di heman demê de Dola Bisvingê ya li herêma Heftanîn’ê ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirn.
7 Hevrêyên Me Berxwedaneke Mezın Nîşan Dan
Partiya me PKK ku di oxira doza azadiya Kurdistanê de her roj berdêlên mezin dide û dîrokek ji wêrekî û fedekariyê dinivîsîne, şehîdên 18'ê Gulanê bibîr tînin. Di vê oxirê de di şerê bexwedana mezin a roja 13'ê Gulanê li girê Şehîd Gafûr ê herêma Oremar a navçeya Colemêrg Gever’ê destpê kir de 7 hevrêyên me şehîd bûn.
Hevalên Huseyîn, Kamûran, Karker, Ronî, Siyabend, Şahan û Xebat, bûn abîdeyên meşa lehengiyê ya vê fedekariyê. Hevrêyên Ronî Zagros û Şahan Westan ên di 14'ê Gulanê de bi ruhê fedaî yê Apoyî li Oremarê derb li dijmin xistin, ketin nava dilê artêşa TC, ketin nava yekîneyên dijmin ên li ser gir û mêtîngerî di dilê wê de fetih kirine. Em bi rêzdarî şehîdên Oremarê yên bi şiyara Rêberê Azad, Kurdistana Azad sala têkoşînê ya 2016'an pêşwazî kirin silav dikin û dibêjin, em ê dilsoziya xwe ya bi bîranînên wan ve, bi serketinê nîşan bidin.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Nasnav: Huseyîn Mahîr
Nav paşnav: Resûl Yilmaz Okûr
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Bedîha-Sıddık
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
Nasnav: Kamûran Gever
Nav paşnav: Mehmet Çiçga
Cihe ji dayikbûnê. Colemêrg
Navên dayik û bav: Halîme-Îzzettîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
Nasnav: Karker Çelê
Nav paşnav: Fûrkan Ozer
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Ayfer-Îsmet
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
Nasnav: Ronî Zagros
Nav paşnav: Fetûllah Ertûş
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Şîrîn-Tahsîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
Nasnav: Siyabend Gimgim
Nav paşnav: Atîlla Şahîn
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Esmaperî-Şemsettîn
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
Nasnav: Xebat Kanîreş
Nav paşnav: Zaîm Avci
Cihê ji dayikbûnê: Çewlik
Navên dayik û bav: Feleknas-Saîm
Dem û cihê şehadetê: 14-15'ê Gulana 2016 / Oremar
17 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG