Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 12'ê Gulanê de saet di 16:45'an de li hemberî Fermandariya Alayê ya Hewakariyê û Bejahî û Leşkergeha Samandra yên li Sancaktepe ya Stenbolê ne, hêzên me yên gerîla, maşîneke bombebarkirî di dema derbasbûna servîsa leşkerî de teqandin.
Di encama vê çalakiya sabotajê de piraniya wan payebilind zêdeyî 9 leşker birîndar bûn; hejmara leşkerên mirî nehat zelalkirin. Fermandariya Gitşî ya Artêşa Tirk û medya şerê taybet, tevî ku gelek leşker mirin û birîndar bûn, hewl dan encamên vê çalakiya yekîneya me veşêrin.
17 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG