HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 22'ê Gulanê de saet di 19:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Riclek a Bedlîs’ê çalakiyek pêk anîn . Di vê çalakiyê de derbên xurt li tankek û 3 leşkerên li hev kom bûbûn hat xistin. Di encama çalakiyê de her 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC bi çekên giran gule li derdorê reşand. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyê me Xemgîn Koçer hat lidarxistin.

Lı Qılaban’ê Lı Kepçeya Kozık Dıkola Hat Xıstın

Di 23'ê Gulanê (îro) de saet di 07:00 de hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kepçeyeke artêşa Tirk a li girê Şehîdan ê navçeya Qilaban’ê kozik dikola, xistin. Di encama vê lêdanê de kepçeyê xwe ji herêmê vekişand.

Êrîşa Hewayî Ya Lı Hemberî Herêma Metîna

Di roja 23'ê Gulanê de saet di navbera 04:30-05:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li derdora gundên Asê, Xankê û Yekmalê yên li herêma Metîna barandin û ji ber vê bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gundiyan bû.

Dı Şerê Lı Amedê De Gerîlayekîme  Şehîd Bû.

Di 21'ê Gulanê, tîmeke me ya gerîla ya li bejahiya Amedê, dema bi erka xwe radibû li artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bi vî rengî ye:

kurtay ozan_small

 

 

 

Nasnav: Kûrtay Faraşîn
Nav paşnav: Ozan Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dayik û bav: Hamsî-Mesût
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2016 / Amed

 

 

23 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG