HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di êvara 29'ê Gulanê de hêzên me yên gerîla, li hemberî qereqola Zeyrek a li navçeya Amed Pasûrê bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Ji ber dijwariya teqînê, nîvê avahiya qereqolê hilweşiya û avahiyên li derdorê zerar dîtin. Di vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin û 21 leşker birîndar bûn ku 5 ji van kontra ne.

Di roja 30'ê Gulanê de saet di 14:30 de hêzên me yên gerîla, li hemberî Alaya Gabarê ya li herêma Gabar a Şirnex’ê ji 2 baskan ve çalakî lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi obus, hawan û tankan bombe li derdorê barand.

Di 30'ê Gulanê de saet di 16:00 de, li hemberî qereqola Tatpîk a ser bi navenda Dersîmê, hêzên me yên gerîla çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Di 29'ê Gulanê de saet di 23:45'an de, tîmeke me ya gerîla li hemberî bîreke petrolê ya li gundê Tîruz ê li navenda Semsûr’ê çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de bîr xitimî.

Di roja 29'ê Gulanê de saet di 11:20 de, hêzên me yên gerîla dest li karê çêkirina rê ya li herêma navbera qereqolên Yekmal û Sînek ên Qilaban’ê werdan. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin û derb li kepçeyekê hat xistin.

Di roja 30'ê Gulanê de saet di 08:00 de hêzen me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li ser rêya navbera qereqolên Sînek û Yekmalê nobed digirtin, çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, derb li traktorekê hat xistin. Piştî vê çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêma Bektorya.

Di roja 25'ê Gulanê, li Zozanê Taşkesen, Girê Şehîd, Girê Nêriya, Girê Dil û Xarike yên li qada Gordê ya herêma Tendurekê, artêşa TC operasyonek da destpêkirin. Di roja 26'ê Gulanê de saet di navbera 14:00-15:00 û 20:00-21:00 de arteşa Tirk bi desteka yekîneyên xwe yên veşartî yên li herêmê bombe li qada Şehîd Reşîd a herêma Tendurekê barand. Yekîneyên veşartî yên artêşa TC hînê li herêmê ne.

31 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG