Ji çapemenî û raya giştî re!
Li dijî êrîş û operasyonên artêşa Tirk ên li Kurdistanê, hêzên gerîlayên me çalakiyên bi bandor û encamgir pêş di xin .
Di 10’ê Hezîranê artêşa TC li qada Garisa ya Sêrt’ê dest bi operasyonekê kiriye. Di 10’ê Hezîranê dema koordîneya operasLi gor veyona li sêgoşeya Dola Opê xwe bi cih kiribû, hêzên gerîlayên me ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin û di encama lêdanên bi bandor de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha konekî li vir jî bû hedefa hêzên me. Artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên sivîl ve bir Qûntarê Erûha Kevn. Di heman rojê saet 13.00’an de li nêzî gundê Dirijkê li dijî leşkeran çalakiya kemînê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 pêşdarên dijmin ji mesafeyek nêz ve bû hedef û hatin kuştin. Her wiha balafirên şer ên artêşa TC di 10’ê Hezrîanê de saet 00.00’an û 11’ê Hezîranê de saet 10.00-11.00’an qada Garisa bombe kirin. Operasyon, di 11’ê Hezîranê de saet 19.30’an bêencam û bi derbexwarinê vekişiya.
Lı Dıjî 2 Wesayîtên Zırxî Yên Qereqola Bîlîcanê Çalakî
Di 11’ê Hezîranê de saet 11.00’an 2 wesayîtên zirxî û komek leşkerên qereqola Bîlîcanê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê, li derdora qereqolê ketin nav tevgerê. Li ser vê jî hêzên gerîlayên me bi çekên giran çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek birîndar bû, leşker vegeriyan qereqolê. Piştî çalakiyê, qereqola Bîlîcanê girê Şehîd Colemêrg da ber obusan.
Çalakıya Sabotajê
Di 10’ê Hezîranê de saet 16.30’an gerîlayên me li dijî nuqteyek leşkerî ya li derdora gundê Kelika Rezak a girêdayî Şirnex’ê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiya dema ku 2 wesayîtên zirxî û gelek leşker li ber avahiyê bûn pêk hat e 2 çeper û kuleyek hat îmhakirin. Têkîldarî detayên çalakiya ku gelek kuştî û birîndar tê de hene de her kû agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.
Konvoya Leşkerî Bû Hedefa Gerîlayên Me
Di 10’ê Hezîranê de saet 14.00’an dema konvoyek artêşa TC ji Şirnex’ê derbasî Cizîr’ê dibû, hêzên gerîlayên me ew kirin hedef. Di encama çalakiya sabotajê ya li nêzî gundê Çemê Şemo de wesayîta zirxî ya bi tîpa Reo bi temamî hat rûxandin. Di ve wesayîte de gelek leşker hatin kuştin, lê hejmar nehat zelalkirin.
Balafirên şer derdora gundê Kêla Memê ya girêdayî Qileban’ê bombe kirin. Li vî gundî û derdor, gel mêşvantiyê dike. Di encama bombekirinê de li qadên ku gel debara xwe lê dikin zerarên madî çêbûn.
Lı Bısmılê Lı Dıjî Wesayîta Leşkerî Ya Doblo Çalakî
Di 8’ê Hezîranê di danê êvarî de li dijî wesayîta leşkerî ya tîpa Doblo, yekîneyk gerîlayên me li Taxa Sanayî ya girêdayî navçeya Bismil a Amed’ê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin, wesayîta zirxî ya Akrep ku ji bo destwerdanê hatibû jî bû hedef. Di vê wesayîta Akrep a ji ber lêdana gerîlayên me teqle avêt de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.
Di 6-7’ê Hezîranê de saet 10.40-12.30’an û 13.00’an artêşa TC bi balafirên şer ve ereaziya navçeya Licê ya Amed’ê, derdora gundên Qurmik û Zengasor, qada Mezra Miho û Şehîd Ferhat ên li herêma Şehîd Remzî bombe kir.
Artêşa TC rêya Mûş-Pasûrê girtiye. Li van qadan amadekariyên operasyonê hene.
Qereqola Hervîs a girêdayî Bedlîs’ê, ji 9’ê Hezîranê ve eraziyên derdora xwe dide ber hewan û çekên A4. Li derdora qereqolê tevgera helîkopterên Skorsky jî heye.
Lı Kanîreşê Kemîn
Artêşa TC hefteya dawî li derdora gundên Sikavêla, Alavûz, Bedran û Alpîra yên girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlik’ê bi awayekî zêde kemînan datîne. Li qadên kemînan, tevgera kontrayan a ku jin jî tê de ne pêk tê. Pêwîst e gelê herêmê li beramberî van kontrayan baldar be.
Ji destpêka meha Hezîranê ve artêşa TC li derdora gundên Azîzan û Heciyan ên girêdayî Kanîreş bi piştgiriya cerdevanan ve kemînan datîne. Ev tevger hê jî didome.
12 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG