Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 23’yê Hezîranê de artêşa Tirk li qûntarê Xazalkê yê li qada Sumbulê ku girêdayî navçeya Gever a Colemêrg’ê û li xeta sînorê herêma Zagros’ê ye, xwe bi cih kiriye. Heman rojê saet 07.00’an gerîlayên me li hember leşkerên ku li ser gir di tevgerê de bûn çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Heman rojê saet 13.45’an çalakiyek din a sabotajê li dar xistin û li vir 5 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên ku piştî çalakiyê ketin nav tevgerê jî bûn hedefa yekîneyek gerîlayên me. Li vir jî 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn.
Di van çalakiyan de bi giştî 12 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên ku li Geverê şehîd bûne hate lidarxistin. Piştî çalakiyê, balafirên şer gundê Bakê, qada Tasot, girê Kesirkê û eraziya Xemêzal bombe kirin. Her wiha qereqolan jî bi navber qada çalakiyê dan ber bomberdûmanê.
Di 23’yê Hezîranê de saet 14.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî artêşa TC a ku xwe li derdora girê Şehîd Kendal ê li navçeya Qileban a Şirnex’ê bi cih kiribûn, bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC girê Şehîd Rênas û Deriyê Dawetiya da ber obus û hewanan.
Lı Şırnex’ê Çalakî
Di 24’ê Hezîranê de saet 18.00’an dema artêşa Tc li girê Şehîdan ê girêdayî navçeya Qileban a Şirnex’ê çeper dikolan, hêzên me çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Lı Gabar’ê Operasyon
Di 23’yê Hezîranê de artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan ve li derdora çiyayê Gabarê li qada Mişarê operasyonek daye destpêkirin. Her ku têkîldarî operasyonê agahiyên hatin berhevkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Lı Colemêrgê Çalakî: Leşkerek Hat Kuştın
Di 24’ê Hezîranê de saet 17.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qirika Masîro ya girêdayî qada Şemzînan a Colemêrg’ê kom bibûn, çalakiyek sûîqestê li dar xistin û leşkerek hat kuştin.
Lı Mêrdîn’ê Berbazek Û Çawîşekî Pıspor Hatın Kuştın
Di 23-24’ê Hezîranê yekîneyek gerîlayên me li derdora gundê Kizilayşan a girêdayî navçeya Dêrik’ê ya Mêrdîn’ê di nav tevgerê de bû. Di 24’ê Hezîranê de saet 05.30’an li derdora maleke li derveyî gund bi artêşa Tirk re şer kir. Di vî şerî de ku çawîşekî pispor û berbazek hatin kuştin, çeka Melez, çekek G-3 û tabancayek Yavûz ji ser leşkerên payebilind hatin rakirin. Piştî yekîneya gerîlayên me ji herêmê dûr ket, artêşa TC li vê qadê operasyonek daye destpêkirin. Berbazê hate kuştin fermandarê qereqola Şavalet e.
Lı Agırı’yê Çalakı
Di 23’yê Hezîranê li qada Gilîdag a Agiri’yê, li eraziya gundê Înegê ya girêdayî Bazîdê, yekîneyek leşkerên ku xwe veşartibûn ji aliyê gerîlayên me ve hatin kontrolkirin. Danê êvarî saet 18.40’an, hêzên gerîlayên me bi çekên ferdî û navîn li van leşkeran dan. Qasî hate zelalkirin leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû.
Ev çalakî ji bo hevalên me Rustem û Destan ên li Tendurek’ê şehîd bûne hat lidarxistin.
Lı Semsûr’ê 5 Leşker Hatın Kuştın
Di 24’ê Hezîranê de saet 16.00’an mabeyna gundê Girik û Koma Mîra yên girêdayî navenda Semsûr’ê, yekîneyek gerîlayên me li dijî wesayîtek leşkerî çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, li qadê operasyonek giştî hat destpêkirin.
Lı Dıjî Qadên Gerîlayên Me Êrîş
Di 24’ê Hezîranê de saet 22.00-22.30’an balafirên şer ên artêşa TC, mintiqa Kanî Qirêj û qûntarên Şekîf ên girêdayî herêma Xakûrkê ya Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.
25 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG