HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gellême û raya giştî re!

Destketî û têkoşîna Tevgera Azadiye ya Kurdistanê, ku bi berdêlên mezin afirandiye, ji hemû gelên berxwedêr re bûye mînak. Yên ku ev pêşketina dîrokî afirandine, têkoşîna berxwedana mezin a gelê me û lehengiya şehîdên me ye. Şehîdên me yên ku bi lehengiyeke bêhempa canê xwe feda kirin, bi baweriya ji serketinê tevlî karwanê nemiran bûne.

Hevrê Derwêş Mûnzûr (Alî Duzgun Dîlsîz), Çiya Sîpan (Firat Akar) û Mîrza Zagros (Xebat Tokay) ên bi hêviya siberojên azad herikîn nava refên têkoşînê, li dora hezkirina mezin a hevrêtiyê li hev civiyan û dilsoziya bi gelê Kurdistanê re di dilê xwe mezin kirin, di Mijdara 2015'an de, ji ber êrîşên dijmin ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîştin şehadetê.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

ciya firat_small

 

 

 

Nasnav: Çiya Sîpan
Nav paşnav: Firat Akar
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Hacîre-Azîz
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

derwes munzur_small

 

 

 

Nasnav: Derwêş Mûnzûr
Nav paşnav: Alî Duzgun Dîlsîz
Cihê ji dayikbûnê: Dersîm
Navên dayik û bav: Torûn-Şukru
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

mirza xebat_small

 

 

 

 

Nasnav: Mîrza Zagros
Nav paşnav: Xebat Tokay
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Besna-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê."

 

Her sê hevrêyên me yên xwe nêrîna 'Em bibin PKK'yî, bi ser bikevin' a Rêber Apo xwe perwerde kirin û bi pêş de birin, li gelek herêmên Kurdistanê bi erka xwe rabûn. Em hevrê Derwêş, Çiya û Mîrza yên ku hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên dijmin ên li dijî gelê me veguherandin çalakiyeke bi zanebûn û ev biryardarî derxistin holê, bi rêzdarî bibîr tînin. Em soz didin ku em ê meşa wan a têkoşîna bi heybet, bi ser bixînin.

26 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG