Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25’ê Hezîranê de saet 18:00’an, hêzên me li hember qereqola girê Harûna a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê bi çekên giran û navîn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqola Şapatan û Dûrê herêma Xûnava bi obus û hewanan bombe kirin. Di encama bombebaranê de ziyaneke mezin gihişt bax û baxçeyên gel.
Lı Hember 2 Komên Leşkeran Çalakî
Di 25’ê Hezîranê di saetên sibehê de gerîlayên me li hember 2 komên leşkeran ên artêşa TC a ku li herêma Mestê Meryema û Çiyayê Filleha a girêdayî herêma Besta ya Şirnex’ê operasyon dabûn destpêkirin, çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de ji her du koman 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakirin. Operasyona li vê herêmê hatibû destpêkirin hê jî dewam dike.
Lı Hember Leşkerên Ku Lı Nuqteya Kontrolê Dıman Çalakî
Di 25’ê Hezîranê de saet 16:00’an, hêzên gerîlayên me li hember nuqteyeke kontrolê ya li rêya Çemê Elîk a li ser rêya Amed-Licê çalakiyek li dar xistin. Wesayîta zirxî a Kobra ku li rexê rê hate hedefkirin, bi roketan jî hate derbkirin. Leşkerên li çeperan jî bi çekên ferdî hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Dı Çalakıyên Lı Gundên Hezro Û Lıcê De Jî 5 Leşker Hatın Kuştın
Di 24-25’ê Hezîranê di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa TC a ku li derdora gundê Helhel a girêdayî Hezro û gundê Derxûst, Sîsê yên girêdayî Licê derketibûn operasyonê de şer qewimîn. Di encama çalakiya hêzên me de 5 leşker hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Têkıldarî Çalakıya Lı Mehsertê Agahıyên Nû
Di 23’yê Hezîranê de saet 20:00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola jendermeyan a navçeya Mehsertê ya Mêrdîn’ê çalakiyek li dar xistibûn. Têkildarî vê çalakiyê ji beriya niha me ragihandibû ku 10 leşker hatine kuştin û birîndar hene.
Li gorî agahiyên herî dawî hatine bidestxistin, 20 wesayîtên sivîl ên aîdî Fermandariya Jendermeyan hatine îmhakirin; 20 leşker hatine kuştin û zêdetirî 40 leşkeran jî birîndar bûne. Ji leşkerên hatine kuştin 1 jê serpel e. Her wiha di nav birîndaran de 2 berbaz jî hene.
Lı Elbakê 3 Leşker Hatın Kuştın
Di 26’ê Hezîranê de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Xelkava a girêdayî navçeya Elbak a Wan’ê çalakiyek li dar xistin. Bi awayek xurt li leşkerên li derdora kuleyê kom bûne hate xistin. Li vir 3 leşker hatin kuştin.
Di 23’yê Hezîranê de saet 23:00’an, hêzên gerîlayên me li bejahiya gundê Hêman a girêdayî navçeya Dep a Xarpêt’ê bi artêşa TC re hevrû hatiye û ketiye şer. Di vî şerî de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Piştî şer, artêşa TC li herêmê operasyon da destpêkirin.
Nasnameya gerîlayên me wiha ne:
Nasnav: Dijwar Erkendî
Nav û Paşnav: Hasan Şendûr
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik-Bav: Lutfiye – Mehmet Burî
Cih û Dîroka Şehadetê: Xarpêt/ 23’yê Hezîrana 2016’an
Nasnav: Gabar Reber
Nav û Paşnav: Reber Tenha
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik-Bav: Fatma – Mehmet Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: Xarpêt/ 23’yê Haziran 2016
Kepçe Hate Derbkırın
Di 25’ê Hezîranê de saet di navbera 08:00-12:00’an de gerîlayên me li hember wesayîta kepçe a ku li derdora qereqola Sînek a girêdayî navçeya Qilaban a Şirnex’ê rê çêdikir, çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. Di çalakiyê de kepçe hat derbkirin.
Di 25’ê Hezîranê de saet 09:00’an, gerîlayên me li hember leşkerên qereqola Bespin a girêdayî navçeya Silopiya’yê ya Şirnex’ê çalakiyek a sekvaniyê li dar xistin û leşkerek kuştin.
Di 24’ê Hezîranê de saet di navbera 12:00-14:00’an de balafirên artêşa TC derdora gundên Spîndarok û Gundikê Remo yên girêdayî herêma Cûdî ya Şirnex’ê bombe kirin; qereqolên li derdor jî heman herêm dan ber obus û hewanan.
26 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG