HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 23’yê Hezîranê de artêşa TC li qada Çemçê ya girêdayî navçeya Qaxizman a Qers’ê dest bi operasyonekê kiriye. Heman rojê saet 05.00’an, hêzên me li dijî baskê operasyonê çalakiyek li dar xistin û li vir leşkerek hat kuştin. Saet 20.00’an jî helîkopterên Kobra li qadê dan. Di 24’ê Hezîranê de saet 08.30’an balafirên şer qad bombe kirin. Operasyon, di 25’ê Hezîranê de vekişiya. Artêşa TC li qadê gundê Xetasor jî dan valakirin.

Lı Dıjî Leşkeran Çalakıya Sabotajê

Di 27’ê Hezîranê li dijî leşkerên li girê Hêrvîs ê girêdayî Bedlîs’ê ku di nav tevgerê de bûn, hêzên gerîlayên me çalakiya sabotajê li dar xistin. Li vir 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve kûştî û birîndarên xwe rakirin navçeya Tetwan’ê. Piştî çalakiyê qereqola Hêrvîsê qadên derdora xwe da ber hewan û tankan. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 gerîlayên me yên li Tetwan’ê şehîd bûnê hat lidarxistin.

Lı Çewlık’ê Tevgera Helîkopteran

Di 26’ê Hezîranê de saet 13.00-16.00’an û saet di navbera 22.00’an û di 27’ê Hezîranê 04.00’an de li qada Kizilagaç a Çewlik’ê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan, heman demê navbera navçeyên Kanîreş û bajarê Çewlik’ê de bi piştgiriya helîkopterên Kobra de tevgera helîkopterên Skorsky çêbûn. Her wiha, artêşa TC îro saet 07.00’an li rêya mabeyna Kanîreş û Çewlik’ê de nuqteyên kontrolê danîn.

Di 25’ê Hezîranê di danê sibehê de artêşa TC li mintiqa Çiyayê Filleha û Bestê Meryemê yên girêdayî qada Besta ya Şirnex’ê dest bi operasyonê kiribû. Me di daxuyaniya xwe ya duh de diyar kiribû ku hêzên gerîlayên me li hember hêza operasyonê çalakî li dar xistin. Hêzên me yên piştî nîvro di nav tevgerê de bûn û leşker hevrû hatin û şer qewimîn. Di şer de hevalekî me bi şerekî lehengî gihiştiye şehadetê. Her wiha, artêşa TC li qada ku ji gundê Sêgirka heta qûntarên Çelê Nimeja û Bilûzerê di nav liv û tevgerê de ye, li qadê yekîneyên xwe yên veşartî bi cih kirine.

Nasnameya hevalê me wiha ye:

sahan hamit_small

 

 

 

Nasnav: Şahan Van
Nav û Paşnav: Hamît Ozoral
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Perî – Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 25’ê Hezîrana 2016’an / Şirnex

 

 

Di navbera 25’ê Hezîranê û 1’ê Tirmehê de artêşa TC gundên Vehê, Anîtos, Bosendê û Pira Şînê yên girêdayî Colemêrg’ê wek herêmên ewlehiya taybet îlan kirine.

Me dabû diyarkirin ku di 22’yê Hezîranê de di şerê li Tetwan’ê de 3 hevalên me şehîd bûne. Ev hevrêyên me Dorşîn Viyan, Xeyrî Garzan û Cûdî Makû bûn. Lê, li gorî nûçeya DÎHA’yê dabû diyarkirin ku di 22’yê Hezîranê li navçeya Tetwan a Bedlîs’ê de di encama gulereşandina tîmên taybet a li ser wesayîtê de gerîlayê me  Ridvan Demîragaç (Çekdar Şax) şehîd bûye û cenazeyê wî hatiye girtin. Hevrêyê me Çekdar Şax niha li ser peywira xwe ye. Cenazeyê ku malbata hevrêyê me Damîragaç a bi nirx wergirtiye jî aîdî hevalekî me yê din ê şehîd e.

Bi rêzdariyên xwe em gellêxwe agahdardikin

27 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG