HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Artêşa TC ev demeke bi desteka cerdevan û kontrayan, li derdora gundên Dawuşa, Mekubê û Seyida yên ser bi navçeya Çelê ya Colemêrg’ê kemînan datîne. Hêzên me yên gerîla ev yekîneyên artêşa TC ên kemîn danîbûn hedef girtin û berêvara 27'ê Hezîranê de 4 çalakîyê cüda lidar xistin. Di çalakiya li hemberî leşkerên li derdora gundê Dawuşa de 2 leşker hatin kuştin, û dijmin çeperên xwe terikandin û li rêya Çelê-Colemêrg’ê vegeriya.

Gerîlayên me li derdora gundê Seyidan jî li 6 çeper û 2 konên leşkeran xistin. Li vir 4 leşker hatin kuştin. Leşkerên li vir jî çeperên xwe terikandin û xwe vekişandin. Piştî çalakiyê, qereqolên Silehê û Meşkanê; obus û hawan avêtin cihê çalakiyê. Ev çalakî ji bo bîranîna berxwedêrên li Gever’ê şehîd bûnê, hat lidarxistin.

Lı Dara Hênê Û Pasûr’ê Çalakıyên Sûîqestê
Hêzên me, di roja 26'ê Hezîranê de saet di 16:30 de li hemberî qereqola Gas a li navçeya Çewlik
Dara Hênê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê, ji qereqola Gasê bi çekên giran gule li derdorê hatin reşandin.
Di roja 27'ê Hezîranê de saet di 19:30 de, hêzên me bi rengekî sûîqestê li qereqola tîmên taybet ên li navçeya Amed Pasûr’ê xistin. Li vir jî endamek yên tîma taybet hat kuştin.

Operasyonên Lı Dıhê Û Kerboran’ê Bê Encam Man

Di roja 23'ê Hezîranê, artêşa TC li herêma Mişarê ya li navçeya Sêrt Dihê derket operasyonê. Operasyon di roja 25'ê Hezîranê de bê encam ma û hêzên operasyonê xwe vekişandin.

Artêşa TC di roja 26'ê Hezîranê jî li bejahiya gundên Şikeftika, Berê Zêvê Çiyayî Sîtî û Cibdê yên navçeya Kerboran’ê derket operasyonê. Operasyon di roja 27'ê Hezîranê bê encam ma û qediya.

Artêşa Tırk Yekîneyên Xwe Yên Veşartî Lı Bejahıya Mûşê Belav Kırıye

Di roja 24'ê Hezîranê, li bejahiya gundên Meştilû, Melekent, Semerşêx û Êlengez ên li herêma Marînos a navçeya Mûş Kop’ê, artêşa Tirk tevî cerdevanan (cerdevanên ji gundên Adgon û Lîzê) dest bi operasyonê kir. Operasyona di roja 26'ê Hezîranê de  saet di 19:00 de qediya. Artêşa TC yekîneyên xwe yên veşartî li herêmê hişt.

Lı Çewlık’ê Kontrola Rê

Êvara 27'ê Hezîranê de saet di 22:00 de, gerîlayên me li cihekî nêzî gundê Hecyan ê li herêma Çewlik-Kanîreş’ê, kontrola rê kirin. Li vir nasnameyên rêwiyan hatin kontrolkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk operasyon da destpêkirin.

Artêşa TC di 27'ê Hezîranê de, li navçeya Gimgim a Mûş’ê derket operasyonê. Operasyona li vê herêmê dewam dike.

Lı Dersîm’ê Çalakıya Lı Dıjî Qereqola Amûtkayê

Di roja 27'ê Hezîranê de saet di 18:00 de, gerîlayên me li hemberî qereqola Amûtka ya ser bi navenda Dersîm’ê çalakiyek pêk anîn. Di kêliyeke ku leşker li hev civiyabûn de, çalakî hat lidarxistin. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelakirin.

Ev çalakiya ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Zîlan ve hat kirin, bi wesîleya salvegera 30'ê Hezîranê hat lidarxistin.

Balafırên Şer Bombe Lı Qendîl’ê Barandın

Di roja 27'ê Hezîranê de saeta di navbera 13:00-15:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma navbera gundên Elîreşê û Bestê û gundê Ebûbekîr ên  li herêma Qendîl’ê barandin.

28 Hezîran 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG